Malbata Şenyaşar: Fadil Şenyaşar 4 sal in di hucreya yek kesî de ye

Malbata Şenyaşar, ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya edaletê didomînin, di roja nû ya çalakiyê de bi gotina, “4 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin û li benda edaletê ye” bal kişand ser rewşa Fadil Şenyaşar.

Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa qetlîamê ya parastvan û xizmên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên xwe wenda kiribû û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin didomînin.

Malbata Şenyaşar a ji ber edliye di dawiya hefteyê de girtî bû li Pirsûsê çalakiya Nobeta Edaletê ya 496'an berdewam kir, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bang li Wezareta Edaletê kir û bal kişande ser girtîbûna Fadil Şenyaşar.

Malbata Şenyaşar ev peyam parve kir, “Di serî de Wezareta Dadê her kes bi qetlîam û neheqiya li malbata me hatiye kirin baş dizane. Heta ku edalet pêk bê wê têkoşîna me bidome! Fadil Şenyaşar 4 sal in di hucreya yek kesî de bi hêvî li benda edaletê ye.”