Malbata Şenyaşar: Em ne li benda merhemetê ne

Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe dewam dike, diyar kir ku ew ne li benda merhemetê ne.

Çalakiya nobedê ya malbata Şenyaşar kete roja 213'an ku ferdên malbatê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hatin qetilkirin.

Ji ber ku pankartên malbatê di roja 200'î ya nobedê de hatin desteserkirin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bêyî pankartan dest bi nobedê kirin.

Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbatê jî ev daxuyanî hate dayin: "Nobeda me ya ji bo edaletê ya li ber Qesra Edaletê ya Rihayê di roja 213'an de dewam dike. Em ji rayedaran merhemetê hêvî nakin. Em tenê dixwazin ku li gorî dewleta hiqûqî tevbigerin."