Malbata Şenyaşar: Em ê hesabê vê bêedaletiyê bipirsin!

Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe didomîne, got “Wê edalet teqez pêk were û heta ku em hesap nepirsin wê lihevhelalkirin jî pêk neyê.”

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du zarokên wê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobedê didomînin. Çalakiya malbatê di roja 268’an de didome.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji Sirûcê hatin Rihayê û bi dovîza ‘Em bi tenê edaletê dixwazin’ dest bi nobeta xwe kirin. Malbat ji kesên ku tên dadgehê re û ji parêzeran re qala qetlîam û têkoşîna xwe ya edaletê dikin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hesabê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê etîket kir û got “Wê teqez rojekê edalet were ser axa me. Qatil li derve ji xwe re digerin. Dayikek jî 9 meh in li ber deriyê dadgehê û di bin zilmê de ne. Heta ku hesabê zarokê ku 3,5 sal in ji ber biryareke siyasî di hucreya yekkesî de ye neyê pirsîn, wê lihevhelalkirin pêk neyê.”