Malbata Şenyaşar: Em ‘dozgerekî wêrek’ dixwazin

Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar di roja 94’an de didome.

Emîne Şenyaşar a ku di sala 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibû tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû, çalakiya xwe ya nobetê didomînin.

Malbat di destê sibehê de hat pêşiya dadgehê û dovîzên li ser wan ‘edalet’ hatibû nivîsandin, danîn ber bariyeran.

Malbata Şenyaşar wekî rojên din li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek weşand.

Malbatê Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Wezareta Edaletê, Baroya Îzmîrê û Baroya Enqereyê etîket kir û got “Bila dosyeya qetlîama li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê were vekirin! Kî sûcdar be, bila hesap bide! 3 sal berê 3 mirovên me li nexweşxaneyê hatin kuştin. Tu rayedar vî tiştî înkar nakin. Ji tiştên pêwist bike, em dozgerekî wêrek dixwazin.”