Malbata Şenyaşar: Eger edalet pêk neyê, em ê nobetê veguhezin Enqereyê

Emîne Şenyaşar di berdewamiya Nobeta Edaletê de got, "Eger edalet pêk neyê, em ê nobetê veguhezin Enqereyê.”

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kiribû. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bibû di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 826’an de didome. Malbatê pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” li ber edliyeyê daliqand. 

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Ferît Şenyaşar li vir axivî û diyar kir ku bêedaletî dewam dike û got: “Wezîrê Edaletê yê nû di konferansan de daxuyaniyan dide. Qala sedsala duyemîn a Tirkiyeyê dike. Dibêje, ‘sedsala duyemîn a Tirkiyeyê wê bibe sedsala edaletê’. Gelo dema Wezîrê Edaletê yê nû qala van tiştan dike, dayika ku ev zêdeyî du sal in li Rihayê nobetê digire nabîne? Dayik heta dawiyê bi maf e û wê nobetê bidomîne. Eger Wezîrê nû vê bêedaletiyê ji nedîtî ve were û dema daxwazên me yên hiqûqî neyên pêşwazîkirin, ez û dayika xwe em ê herin Enqereyê, pankarta xwe li ber Wezaretê daliqînin û nobeta xwe bi vî rengî bidomînin. Heta ku edalet pêk tê, wê ev têkoşîn bidome.” 

Piştre Emîne Şenyaşar jî axivî û got: “3 sal in ez di nobetê de me. Berf barî ez hîna li vir im. Di germahiya havînê de jî ez li vir bûm. Ez edaletê ne tenê ji bo xwe, ji bo her kesê dixwazim. Eger kurê min neyê berdan, ez werim Enqereyê û li wir nobetê bigirim. Eger ez werim Enqereyê, heta mirinê ez ê ji cihê ku lê rûniştime ranebim. Eger mirinek çêbibe, bila li ber avahiya edliyeyê çêbibe. Çawa ku 3 salan min li vir domand, ez ê li Enqereyê jî bidomînim. Ez dixwazim kurê min êdî were malê. Mirov li nexweşxaneyê nayê qetilkirin. Bila qeydên nexweşxaneyê derxînin holê û hemû cîhan bibîne ku komkujiyek çawa hatiye kirin. Çima parlamenterê wê demê yê AKP’ê ku komkujî kir, nayê girtin?”