Malbata Şenyaşar: Edalet nebe zilm wê dewam bike

Malbata Şenyaşar ku ji bo edaletê li ber xwe dide, diyar kir ku edalet nebe wê zilmm dewam bike. Di daxuyaniya malbatê de hate gotin, "Em ê bi hev re edaletê ava bikin."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bû, ji 30'ê Nîsanê ve li ber xwe dide. Malbate ji ber qedexeyê li mala xwe ya li Pirsûsê berxwedana xwe dewam dike.

Çalakiya malbatê di roja 57'an de ye. Bi navê malbata Şenyaşar li ser medya dîjîtal ev daxuyanî hate dayin:

"Edalet tune be zilm wê dewam bike. Em naxwazin di nava zilm û zordariyê de bimînin. Em ê rojên edaletê ava bikin. Em ê wan rojan bi hev re bijîn."