Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin bi mehan e nobeda edaletê digire, darizandina 'Doza Treblinka' ya têkildarî sûcên şerê Nazî li bîra heyşt dozgerên dozê xist.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê sala 2018'an ji aliyê xizm û parêzvanên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya ji bo nobeda edaletê dewam dikin. Malbatê 9'ê Adarê dest bi çalakiya nobedê kiribû.

Di roja 153'an a nobeda edaletê de ji ber ku avahiya edliyeyê girtî ye, çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.

Malbata Şenyaşar mîna her roja çalakiyê li ser hesabê Twitterê peyamek parve kir û vê carê bal kişand ser Doza Treblinkayê.

Malbatê wêneyê deh bersûcên di Doza Treblinkayê de dihatin darizandin parve kir ku rûyê wan girtî bû û ev peyam da:

"Sala 2018'an li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û 2 kur hatin qetilkirin. Dozgeriyê 23 kesên ku komkujî kirin tespît kir. Hîn jî kes nehatiye giritn. Dema ku wezîfeya wekîlê ku di nava bûyerê de ye qediya, rewşa 8 dozgerên vê dosyayê jî wê bi vî rengî be..."

Dozên Treblinkayê ku bi rengê du dozan hate meşandin, endamên berê yên SS darizand ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li kampên komkirinê yên Treblinkayê dixebitîn. Doza destpêkê sala 1964'an, doza duyemîn jî sala 1970'î dest pê kiribû.