Malbata Şenyaşar di cejnê de jî li ber xwe didin

Malbata Şenyaşar di roja 488’an de jî Nobeta Edaletê didomînin.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Sirûcê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 488’an de jî berdewam dike. Malbat, di serê sibehê ya roja ewil a Cejna Qurbanê de ji Sirûcê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir. 

Ferît Şenyaşar, da zanîn ku Cejna Qurbanê li pêşiya edliyeyê derbas dikin û wiha got: “Îro ji bo Misilmanan rojeke pîroz e. Malbat di vê rojê de qurbanên xwe serjê dikin û mêvanan dihewînin. Diçin malên zarok, nevî û mezinên xwe. Di şertên asayî de diçin destên dayik û bavên xwe maç dikin. Lê belê dayikek di roja ewil a Cejna Qurbanê de li pêşiya Edliyeya Rihayê ye. Haya hemû Tirkiyeyê ji komkujiyê heye. Hevjîn û 2 kurên vê dayikê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Kurekî wê jî ji ber hiqûqa serdestan ev 4 sal in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Diviyabû dayikê zarokên xwe li mala xwe pêşwazî bikira lê mala dayikê xerab kirine. Dayik nikare li malê rûne lewma tê pêşiya edliyeyê. Neviyên wê yên êtîm îro hatin hatin destê dayikê maç kirin.” 

Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku ji dozger heta serdozger, ji wezîrê edaletê heta serokkomar tevek jî dizanin ku li dijî malbata wan komkujî hatiye kirin û wiha pê de çû: “Lê ji ber ku kesên ev komkujî kirine alîgirên desthilatdariyê ne, tiştek bi wan nayê kirin. Fermana serdestan pêk tînin. Dozger bêbandor in. Sibe dusibe dê serokkomar û wekîlên wî bên Rihayê. Dê dayik van kesan pêşwazî bike. Gelo bersiveke wan a bo dayikê heye? Tekane daxwaza me ew e ku bi qanûnên heyî bikin. Heta kurê wê neyê berdan, dê dayik jî ji vê derê neçe. Yên ku vê zilmê dikin wê têk biçin.”

‘DIVÊ KURÊ MIN FADIL WERE BERDAN’

Dayika Emîne Şenyaşar jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Îro cejn e lê em li malê nînin. Min zarok û neviyên xwe berdan û hatin vê derê. Kurê min Fadil ev 5 sal in di hucreyê de tê ragirtin. Yên ku ev yek kirin çima nayên cezakirin? Qeydên kamerayan vedişêrin. Bila Fadil êdî were berdan. Malbata min qetil kirin. Malbat û neviyên min perîşe kirin. Ev salek û nîv e êdî mala min bûye pêşiya edliyeyê. Gelo ma Erdogan û hevjîna wê Emîne jî van tiştan nabînin?”