Malbata Şenyaşar: Dewleta zaliman!

Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe dewam dike, nerazîbûn nîşan da û got, "Ev dewleteke çawa ye? Dewleta zaliman e."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya 'Nobeda Edaletê' ku 9'ê Adarê li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin, dewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar serê sibehê li ber blokên ji beton ên li pêşiya avahiya edliyeyê rûniştin û dowîzên "Edalet ji bo her kesî", "Ji ber ku di nava komkujiyê de parlamenter heye, 3 sal in doz nayê vekirin" hildan.

Serdanên piştgiriyê yên ji bo malbata Şenyaşar jî dewam dike. Alîkarên Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ganî Torûn û Serkan Ozcan li gel bi dehan endamên partiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin.

Emîne Şenyaşar got, "Em kengî dixwazin bikevin hundirê avahiya edliyeyê me destgîr dikin. Dozgerê 8'an ê li doza me binere doh diyar bû. Li nexweşxaneyê komkujî kirin, lê dîmen jê birin, dîwarê nexweşxaneyê boyax kirin. Ji me re bibin alîkar. Kurê min girtî ye, 37 sal cezayê girtîgehê lê birîn. 3 sal in bi tena serê xwe di hucreyê de tê hiştin. Xwestin 150 salî ceza li kurê min bibirin. Ez dixwazim ku kurê min bê berdan. Adil, Celalê min ji min standin, bila Fadilê min bidin min. Ev çi dewlet e? Dewleta zaliman e."

Rêveberên Partiya Paşerojê jî ji malbata Şenyaşar re gotin, "Em piştgiriyê didin berxwedana we ya bi rûmet."