Malbata Şenyaşar: Dayikên ku serî natewînin wê edaletê bînin

Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe dewam dike, diyar kir ku "Dayikên li Tirkiyeyê serî li ber zilmê natewîne wê edaletê bînin."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 14'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya nobeda edaletê di roja 228'an de dewam dike. Çalakî li ber edliyeya Rihayê pêk tê.

Bi navê Malbata Şenyaşar li ser medya dîjîtal ev peyam hate dayin: "Edaleta ku her kes li bendê ye wê li Rihayê ava bibe. Wê şewqê bide tevahiya Tirkiyeyê. Dayikên ku li Tirkiyeyê serî li ber zilmê natewînin wê edaletê bînin."