Malbata Şenyaşar careke din hate destgîrkirin

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza edaletê nobedê digirin, careke din hatin destgîrkirin. Balkêş e ku destgîrkirina malbatê beriya serdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a li Rihayê pêk hat.

Emîne Şenyaşar ku sala 2018'an hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya nobedê dewam dike.

Malbat di roja 128'an de ji bo biçe ber edliyeyê, bi rê ket. Lê belê li pêşiya bajêr hatin destgîrkirin.

Polîsan ji bo destgîrkirinê, lêpirsîna bi îdîaya "heqareta li karmendê cemaweriyê" weke hincet nîşan da. Ferdên malbatê birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Rihayê.

Balkêş e ku malbata Şenyaşar beriya serdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a li Rihayê hate destgîrkirin ku Bûldan wê li Rihayê hin serdanan bike.

Emîne û Ferît Şenyaşar beriya serdana Bûldan a 20'ê Gulanê ya li malbatê, bi îdîaya "heqareta li karmendê cemaweriyê" hatibûn destgîrkirin.

Bûldan jî li şûna malbatê nobed girt û piştî ku ji bajêr derket, Emîne û Ferît Şenyaşar hatin berdan.