Malbata Şenyaşar 485 roj in ji bo edaletê li ber xwe dide

Malbata Şenyaşar 486 roj in ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin, nobeta edeletê digire.

Emîne Şenyaşar, ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûs a Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dike.

Dayîk Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî tevlî çalakiya li ber derê edliyeyê bibe.

Ferît Şenyaşar "di quncika edeletê ya malbata Şenyaşar de" di derbarê têkoşîna edeletê de agahî da kesên ku diçûn edliyeyê Rihayê.