Malbata Şenyaşar 127 roj in nobedê digire

Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên sala 2018'an li Rihayê hatin qetilkirin, bi mehan e çalakiya nobedê li dar dixe.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya nobedê dewam dike.

Di roja 127'an a çalakiyê de malbata Şenyaşar serê sibehê li ber edliyeya Rihayê dest bi nobedê kir.

Li ser hesabê Twitterê jî bi navê malbata Şenyaşar ev peyam hate parvekirin: "Tiştên ku 3 sal in bi serê me ve hatiye, heta ku yek nebîne nikare fêhm bike. Ji xwe bila bi serê kesî neyê... 3 mirovên me li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 3 sal in kes nehatiye girtin. Mirov matmayî dimîne? Kî dixwaze vê bibîne em li ber edliyeyê ne, bila bên."