Malbata Îzol serdana malbata Şenyaşar kir

Dîlan Îzol ku malbata wê ji aliyê kur û birayên parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfukar Îzol ve hate qetilkirin, serdana Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar kir, ku çalakiya 'Nobeda edaletê' dikin.

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wê Celal û Adil Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Halîl Îbrahîm Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Fadil Şenyaşar piştî bûyerê hate girtin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê 16 roj in di çalakiya nobeda 'edaletê' de ne.

Malbata Şenyaşar bi dowîzên bi nivîsa "Em edaletê dixwazin", "Ji bo zarokên min edalet", "Ez ji bo hevser û zarokên xwe yên li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin edaletê dixwazim", çalakiya xwe dewam dike. Serdanên ji bo piştiriya malbata Şenyaşar jî dewam dikin.

Îro Dîlan Îzol serdana malbatê kir, ku malbata wê jî ji aliyê AKP'iyan ve hate qetikkirin. Li taxa Çeltîk a navçeya Sêwerekê di 15'ê Hezîrana 2019'an de birayên parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfukar Îzol bi hinceta lihevnekirina li ser zeviyan, êriş kiribûn û dayik, bav, jinbira û pismanên Dîlan Îzol qetil kiribûn. Dîlan Îzol bi Emîne Şenyaşar re axivî û diyar kir ku komkujiya bi serê wan ve hatiye weke hev e û ew piştgiriyê dide nobeda 'edaletê' ya malbata Şenyaşar.

Emîne Şenyaşar diyar kir ku wê daxwaza xwe ya ji bo edaletê bi biryardarî dewam bike û got, "Ev pergal bi vî rengî bi rê ve naçe. Zû yan jî dereng wê edalet pêk were."