Malbata Îmen: Em cenazeyê xwe dixwazin

Malbata gerîlayê HPG’ê Cûma Îmen ê ku li navçeya Elkê ya Şirnexê bi saxî hatibû girtin û piştre leşkeran ew înfaz kiribû, cenazeyê kurê xwe xwestin û diyar kirin ku ew ê dozê li vê înfazkirinê vekin.

Malbata gerîlayê HPG’ê Cûma Îmen (Koçer Devrîm)  ê ku li qada Melixa ya Elkê di şer de hatibû girtin û dîmenên wî derketibûn holê lê piştre ji aliyê leşkeran ve hatibû înfazkirin serî li Komeleya Mafê Mirovan da. Malbata Îmen diyar kirin ku têkildarî bûyera 24’ê Tîrmehê û heta niha tu agahî nedane wan û cenazeyê kurê xwe xwestin.

Dayîka wî Salîha Îmen a ku li dîmenên kurê xwe yê di nav destê leşkeran de temaşe kiriye got ku, “Kurê min bi saxî di nav destê wan de bû. Du leşker ketine milê wî. Dixwazin kurê min bibêje ku ‘ez poşman im’ lê ew vî tiştî qebûl nake. Êşkenceyê li wî dikin. Wî bi êşkenceyê dikujin. Ji ber ku kurê min bi ya wan nake, tê kuştin. Kesekî dîl nayê înfazkirin, ev di tu hiqûq û baweriyê de tune. Bila têxin girtîgehê. Mafê wan tune ye ku vê hovîtiyê bikin.”

Bavê wî Suleyman Îmen jî diyar kir ku kurê wî 4 sal in di nav refên HPG’ê de ye û got, “Bila wî bigirin, têxin girtîgehê, cezayê wî çi be ew ê bikişîne. Ew çi bibe jî ez vê rewşê qebûl nakim. Ev êşkence di tu qanûn û kîtaban de tune. Têkildarî bûyerê agahî nedan me. Cenazeyê me jî nedan me. Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim. Ez dixwazim goreke wî hebe ku ez biçim ser û jê re diayan bikim. Zarok û neviyên min ji Îzmîrê hatin Mêrdîn û pirsa cenaze dikin lê cenaze tune. Ez ji wan re bibêjim çi? Gelo veşartine yan jî avêtine çopê? Ez nizanim.”

Malbata Îmen serî li şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê da û diyar kirin ku ew ê têkildarî berpirsyaran  giliyê sûç bikin.