Malbat ji bo Akîp û Demîr ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin hatin ba hev

Xizmên wendayan li Êlihê ji bo Agît Akîp û Îbrahîm Demîr ên ku ji aliyên hêzên dewleta Tirk ve hatin destgîrkirin û qetilkirin hatin cem hev.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe di hefteya 537’an de bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” domandin. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cehdeya Gulistanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û kujer bên darizandin” hatibû vekirin.

Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa hatin vegotin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Abdurrezak Katmaz, serpêhatiya Demîr û Agît wiha vegot: “Îbrahîm Demîr 36 û Agît Akîpa jî 39 salî bû. Li gundê Çukurlu yê Hezexê dijiyan. Akîpa her wiha keyayê gund bû. Zextekî giran lê dihat kirin ku bibin cerdevan. Leşkeran gund mîna qereqolê lê kiribûn û dest danîbûn ser malên çend gundiyan. Demîr û Akîpa jî ji bo ku leşker dibistan û malan vala bikin, serî li qeymeqamtî û wezareta karên hundir dan. Lewma zexta li ser wan zêdetir bû. Di 12’ê kanûna 1991’an de dema Demîr û Akîpa bi gundiyan re li traktorê siwar bûn û ji sersaxiyekê vedigeriyan, rêya wan ji hêla leşkeran ve hate girtin. Demîr û Akîpa ji hêla Fermandarê Yekîneya Peyadar û leşkerî girêdayî Fermandariya Tabûra Anitli ya Kerberonê yên li mezraya Agaçli hatin destgîrkirin.

Malbatan serî li qereqola cendirmeyan dan lê gotin; ‘me ew qet nedîtine.’ Leşkerekî bi veşartî ji malbatan re got; ‘her in li şikeftan binêrin.’ Gundiyan jî cenazeyên Demîr û Akîpa di 13’ê kanûna 1991’an de di şikefteke ku deriyê wê bi keviran hatiye girtin dîtin. Windakirî hatibûn îşkencekirin, dest û çavên wan hatibûn girêdan. Derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin û Serdozgeriya Komarê ya Hezexê fermandar û leşkerên ku Demîr û Akîpa destgîr kiribûn sûcdar dîtin. Li ser vê yekê jî ji bo vekirina lêpirsînê di 18’ê kanûna 1991’an de  dosya ji Lijneya Rêveberiya Qeymeqamtiya Kerboranê re şand. Lê lijneyê di 20’ê gulana 1992’yan de ev daxwaz red kir.

Di sala 2011’an de bi rêya parêzer Tahir Elçî dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê hate dayîn. Dozgeriyê lêpirsîneke nû da destpêkirin û ji bo xwe bigihîne dosyayê serî li saziyên têkildar da. Lê belê hemû saziyan got ku di arşîvên wan de dosyayeke wiha tune ye. Li ser vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Hezexê derheqê peywirdarên Qeymeqamtiya Kerboranê de bi sedema ‘peywira xwe xerab bi kar anîne’ lêpirsîn da destpêkirin. Lê encamek ji lêpirsînê derneket. Di dawiya dawî de jî demborîn weke hincet hate nîşandan û hate girtin.”

Daxuyaniya vê hefteyê piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.