Malazgîrt: Dagirker wê hesabê her gav û êrîşê bide

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt got “Dijmin bêyî berdêl wê nekeve tu derê. Wê hesabê her gava xwe bide. Dema ku şer dirêj bibe wê şîddeta vî tiştî jî zêde bibe.”

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrtdiyar kir li hemberî wan dewleteke wisa heye ku ji derve alîkariyê werdigire û her cure derfetê wê heye. Malazgîrt got “Me tu carî negot wê dijmin nikaribe were derekê lê bêyî berdêl nikare têkeve derekê. Wê hesabê her gava xwe bidin. Dema ku şer dirêj bibe wê şîddeta vî tiştî jî zêde bibe.”

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt ji ANF’ê re axivî.

Axaftina Malazgîrt wisa ye:

RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ MÎRATEYEK E

Tîrmeh ji bo me meheke wisa ye ku bi berxwedanên mezin ên destanî dîrok ji nû ve hatiye nivîsandin.  Beriya niha 40 sal berê li hemberî faşîzma ku dijmin li zindana Amedê dikir, Mazlûm Dogan bi çalakiya xwe ya dîrokî ya di Newrozê de agirê azadiyê ji nû ve zindî kir. Piştî heval Mazlûm bi pêşengiya Ferhat Kûrtay Çar Şoreşgeran çalakiyek kirin. Piştre bi pêşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr ên ku ew jî avakarên PKK’ê bûn di 14’ê Tîrmeha 1982’an de Rojiya Mirinê ya Mezin dan destpêkirin. Bi vî awayî li hemberî hovîtiya TC’yê stûyê xwe xwar nekirin û di nav PKK’ê de ruhê fedaîbûnê ava kirin û ev ruh kirine xetek. Ji bo mirovayetiya pêşverû û gelên bindest ruhê berxwedanê wekî mîrate hiştin û ji wan bûn hêvî.

GERÎLA BI WÎ RUHÎ ŞER DIKE

Dewleta TC’yê ya dagirker di 14’ê Nîsana 2022’an de bi 55 balefirên şer û bi dehan dronên çekdar ji hewayî, bi tank, obus û fuzeyên dûravêj ji erdê heta 17’ê Nîsanê êrîşên kûr kir. Di 17’e Nîsanê de di dahnê sibehê de êrîşa dagirker ji bejahî ve da destpêkirin û ev êrîş 3 mehên xwe diqedîne. Îro şer û berxwedana mezin a li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin, bi ruhê berxwedanê ya ku 40 sal berê heval Hayrî û Kemal li zindanê ava kiribûn, li ser xeta fedaî ya Zîlanê didome. Di serî de di şexsê heval Kemal û Hayrî de, hemû hevrêyên li ser xeta PKK’ê li ber xwe didin, bi qehremanî şer dikin û şehîd dibin, bi rêzdarî bi bîr tînim û em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ruhê berxwedanê ya ku wan ji me re hiştine, Kurdistana azad ava bikin.

HER CURE METODA DEREXLAQÎ

Di sê mehên borî de artêşa TC’yê ya ku NATO piştgiriyê dide wê êrîşên gelekî hovane û nemerdane kir. Li hemberî van êrîşan gerîla di bin şertên herî dijwar de, bi derfetên biçûk berxwedaneke mezin nîşan da û derbên giran li dijmin da. Dijmin kete kîjan girî û qadê, derbên giran xwar. Hê jî li Zap, Avaşîn û Metînayê şerekî giran didome. Hêzên taybet ên ku dewleta Tirk ew perwerde kirine, hêza wê ya leşkerî ya profesyonel û teknîka herî modern a ku NATO’yê daye wê têr nekir, li hemberî gerîla bi ser neketin.  Îxanetkarên Kurd jî li ser navê cerdevaniyê tevlî vî şerî tên kirin. Bi vî tiştî re çeteyên DAÎŞ’ê û hêzên bermahiyên wan, çeteyên El Nusrayê yên ku ji Sûriyeyê anîne û wan bi pereyan wan didin şerkirin jî, di vî şerî de bi kar tînin. TC ligel ku ev qasî hêz û teknîkê bi kar tîne, li hemberî gerîla têk diçe û ji ber vê çekên kîmyewî, fosfor û çekên nukleer ên taktîkî bi kar tîne. Li hemberî berxwedana li tunelên şer tê kirin, bi balefirên keşfê, balefirên şer, obus û hawanan bi tu metodê encam nestendine û berê xwe didin her cure metoda derexlaq a ku tê wateya sûcê şer.

ŞIRÎKÊN SÛCÊ ÇETEYÊ ÇARKESÎ NE

TC di vî şerî de ne bi tenê ye. Di civîna NATO’yê ya dawîn de bi awayekî şênber derket holê ku li hemberî Kurdan konsepteke navneteweyî heye. Ji aliyekî ve li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran, li aliyekî li ser heval û welatparêzên di zindanan de êşkenceyên giran, li ser gel operasyonên qirkirina siyasî, hewldana bêdengkirina çapemeniya azad, şerê îmha û tasfiyeyê ya giştî didomîne. Ev rastî jî nîşan dide ku hêzên navneteweyî pêşiya çeteyên Erdogan û Devlet Bahçelî vekirine û rê vekirine ku bila her tiştên dermirovî bikin. Çeteya çarkesî ya ku Tayyip Erdogan, Devlet Bahçelî, Suleyman Soylû û Hûlûsî Akar tê de cih digirin, bi metodên dermirovahiyê tiştên ku li ser cenazeyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dikin li ser malperên xwe diweşînin. Cenazeyên gerîlayên şehîd bi biviran parçe dikin, bi kêran jêdikin û vî tiştî qeyd dikin. Divê raya giştî ya demokratîk û rojnamevan vî tiştî teşhîr bikin. Divê her dem vî tiştî di rojevê de bihêlin. Li hemberî me TC heye ku xwedî li cenazeyên xwe dernakeve, wan li kendalan dihêle, bi balefiran bombe dike. Ligel ev qas sûcên şer hêzên navneteweyî çavê xwe ji wan re digirin û ew jî dibin şirîkê vî sûcî.

REWŞA LI QADA ŞER

Êrîşa dagirker di destpêkê de li rojhilatê Zapê dest pê kir. Dijmin li hemberî berxwedana gerîla ya li vir gelekî tengijî û ji xwe re li  rêyekê geriya;

*Êrîşa xwe ya dagirker ber bi Girê Hekkarî û rojavayê Zapê berfireh kir. Li ser xeta Şehîd Şahîn bi pêşengiya heval Bager û Avzem derbên gelekî giran li dijmin hate xistin, cenazeyê dijmin li tunelan ma, alavên leşkerî yên li ser wan hatin rakirin. Dijmin çiqasî xwest têkeve tunelan jî hemû hewldana wan hate pûçkirin. Dijmin bi dehan caran çekên kîmyewî bi kar anî û dema ku nekarî encamê bistîne, bi teqînên mezin xwest îradea fedaiyên li Şehîd Şahîn bişkîne.

*Li Girê Cehennemê dijmin gelekî pesnê yekîneyên xwe yê taybet dida û ligel teknîka modern, êrîşa wan rastî berxwedana komek gerîla hat. Gerîla çû ser wê hêzê, bi çalakiyên xurt ên bi taktîkên afirîner li dijmin da û encamên mezin stend.

*Li qada Çiyareşê dema ku leşker daketin qadê derbên giran li wan hate xistin. Li Şikefta Birîndara û Karkerê hevalan me sê meh in êrîşên hovane û nemerdane ya dijmin pûç dikin û di nav berxwedaneke mezin de ne. Ligel ku her cure çekên qedexe bi kar tînin jî dijmin nekarî encamekê bistîne, li Şikefta Birîndara bi kepçe û wesayîtên zirxî dixwaze bi ser bikeve.

*Berxwedana Werxelê sê meh in di bin şertên giran de didome. Dijmin di van tunelan de gaza jehrî bi kar tîne, teqînên mezin dike, di têketina tunelan de tekeran dişewitîne lê li hemberî van êrîşan hevalên li Werxelê li ber xwe didin. Dema dijmin dixwaze têkeve tunelan li hemberî dijmin çalakiyan dikin, ji ser dijmin alavên leşkerî radikirin. Dijmin hemû derfetên xwe bi kar tîne û 90 roj in nikare vî girî bixîne.

*Dema ku berê xwe da Çemçoyê hevalên li vir li ber xwe didan, derbên giran li dijmin xistin, hinek wesayîtên zirxî yên dijmin îmha kirin. Ji destpêka şer ve li vê qadê pevçûn didome.

*Dijmin bi balefirên şer êrîşî Kokerê rê kir û wekî ku ev tişt ne bes e bombeyên qedexe avêt, dema ku bi van tiştan encam nestend jî gaz û çekên jehrî bi kar anî. Li qada Kokerê şerekî gelekî cîddî û ji nez ve hate kirin û derbên giran li dijmin hate xistin. Gelek caran dijmin ji vir hate vegerandin. Dijmin ji bo ku xwe serkeftî nîşan bide, bombeyên termobarîk bi kar anî û xwest bi ser bikeve.

DIJMIN LI ROJAVAYÊ ZAPÊ JÎ DEST BI DAGIRKERIYÊ KIR

Ji aliyekî ve şerê tunelan dihate kirin, ji aliyê din ve jî tîmên me yên bi tevger ên li qadê di bin balefirên şer û balefirên keşfê yên bê çek û bi çek bi taktîkên xurt çalakî kir û derbên giran li dijmin xist. Dijmin digot qey wê di nava demeke kurt de bi ser bikeve lê dema ku rastî berxwedaneke wisa hat, ji bo ku xwe serkeftî  nîşan bide êrîşên xwe ber bi rojavayê Zapê berfireh kir. Li hemû girên li rojavayê Zapê dema ku leşker danîn qadê, derbên giran xwarin. Hinek cenazeyê wan hê li kendalan e.

CENAZEYÊ HÊZÊN DIJMIN LI QADÊ NE

Hevalên li Girê Amêdiyê hinek cenaze bi dest xist û ev cenaze hê jî di destê hevalan de ye. Me tu carî negot dijmin wê nikaribe were. Dewlet e, derfetên wê heye, ji derve ve alîkariyê werdigere, dijmin bêyî berdêl wê nekeve tu derê. Wê hesabê her gava xwe bide. Dema ku şer dirêj bibe wê şîddeta vî tiştî jî zêde bibe.

Di vî şerî de gelek hevalên me yên hêja bi ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê û li ser xeta fedaî ya Zîlanê di şer de şehîd bûn. Dibe ku dijmin ketiye hinek deran lê ev berxwedan wê bidome. Gerîla li her derê û li her qadê ye. Li çiya, bajar, kolanan wê berxwedanê geş bikin. Girêdana me ya ji bo hevalên şehîd ev e.”