Malazgîrt: Dewleta Tirk nikare bi gerîla, lewma gazên kîmyewî bi kar tîne

Ji Fermandarên Biryargeha NPG'ê Amed Malazgîrt anî ziman ku dewleta Tirk nikare bi berxwedana gerîla, lewma gaza kîmyewî bi kar tîne û got, "Hevalên ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn, ruhê berxwedanê yê PKK'ê nîşanî dost û dijmin dan."

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û êrişên dewleta Tirk, berxwedana gerîla û helwesta PDK'ê nirxand.

Malazgîrt anî ziman ku dewleta Tirk bi rêbazên şerê qirêj timî hewl dide rojevê biguherîne û bal kişand ser îdîayên rayedarên dewleta Tirk ên bi gotina 'PKK li Bakur qediya ye'. Malazgîrt got, "Eger PKK qediya be hingî bi kê re şer dikin? Mînak; li Serhedê, li Amedê, li Dersimê, li Botanê gerîla çalakiyên bi bandor dikin. Propagandaya dewleta Tirk a 'bêbandorkirina gerîla li Bakur' bi temamî derew e. Bila gelê me baş zanibe ku dewleta Tirk li pêşberî gerîla tengav bûye, lewma pêwîstiyê bi propagandaya reşkirinê dibîne. Eger bi vî rengî bûya wê dewleta Tirk pêwîstî bidîta ku hin Kurdên noker û xayin li dijî me bi kar tîne?"

Amed Malazgîrt bi bîr xist ku li Amed, Dersim, Botan û gelek herêmên Bakurê Kurdistanê her roj operasyonan li dar dixin û got, "Eger gerîla tune be hingî van êrişan li dijî kê dikin? Rastî wiha ye; gerîla bi çalakiyên bi bandor derbên mezin li dewleta Tirk dixe."

Ji fermandarên NPG'ê Amed Malazgîrt êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya NATO'yê, bi lihevkirina bi hin nokerên li herêmê jê hebû ku wê di demeke kurt de encamê bi dest bixe.

Malazgîrt got, "Lê belê teorî û pratîka wan li hev nehat. Mînak, dema ku şer dest pê kir li Zendûrayê berxwedaneke gelekî mezin hate nîşandan. Tevî ku dijmin her der dorpêç kiribû, heval bi fedakariyeke mezin têkoşiyan. Ev peyam dan dewleta Tirk: 'Her cûre teknîk dibe ku di destê te de hebe, lê belê tu yê nikaribe bi hêsanî her cihî dagir bike'. Dewleta Tirk operasyoneke berfireh li ser Avaşîn, Zap û Metînayê da destpêkirin. Hevalên li qada Mamreşo bi ruhê PKK'ê li dijî dijmin têkoşiyan. Dijmin gelek caran xwest bikeve nava tunelên şer, lê belê hevalan nehiştin. Dijmin li gel her cûre êrişên xwe nekarî berxwedana gerîla têk bibe, lewma dawiya dawî bi gaza kîmyewî heval şehîd xist. Hevalên bi pêşengiya Heval Serhed û Heval Sarya li wir fedakariyeke gelekî mezin kirin. Derbên gelekî giran li dijmin xistin. Belê 7 heval bi lehengî şehîd ketin, lê belê ruhê berxwedanê yê PKK'ê nîşanî dost û dijminan dan.

Her wiha li quntarên Werxelê ji 7'ê Hezîranê ve berxwedaneke gelekî mezin tê nîşandan. Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êriş dike, çekên kîmyewî bi kar tîne, lê tevî vê yekê jî heval rê nadin dijmin. Li Tepê Sor jî bi pêşengiya hevalên Botan û Zinarîn berxwedaneke mezin hate meşandin. Hevalan nehiştin ku dewleta Tirk xwe nêzî tunelan bike. Piştî berxwedana bi mehan di encama êrişa bi gaza kîmyewî ya dewleta Tirk de heval şehîd bûn. Lê belê berxwedana hevalên me ya li Tepê Sor hîn jî dewam dike. Li Tepê Sor heval şer dikin, her wiha li Mamreşo jî bi heman rengî heval têdikoşin. Li van qadan dijmin jî hene, heval jî hene. Şerê li van qadan dibe ku girantir bibe, dibe ku li qadên din jî belav bibe. Heval amadekariyên xwe bi vî rengî dikin."

Fermandar Amed Malazgîrt bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi artêşa Tirk re, pêşîgirtin û dorpêçandina hêzên gerîla û êrişên hêzên PDK'ê yên li hemberî gerîla.

Malazgîrt got, "Biryargeha me ya navendî gelek caran di vê der barê de daxuyanî da. Me ti carî destûr nedan ku di nava hêzên Kurd de rewşeke neyînî biqewime ku dewleta Tirk pê kêfxweş bibe. Tevî van hemûyan jî em dibînin ku hêzên PDK'ê hewl dide qadê li me teng bike û pêşî li hevalên me bigire. Eger ev hewldanên bi nêta xerab dewam bike, dibe ku hin bûyerên neyînî biqewimin. Bila gel û raya giştî ya Kurd zanibe; eger bi rastî jî dibêjin ku êrişeke me ya plankirî li dijî wan heye, eger vê yekê karibin ispat bikin, em amade ne ku bi berpirsyariyê rabin. Lê belê eger ew pêşî li hevalên me digire û êrişî wan dike, vê yekê jî plankirî dike û di encamê de hevalên me şehîd dikevin, hingî ev rewş wê piştî demekê bibe sedema şer.

Ev mijar hesas e. Em bi sebir û berpirsyariyê tevdigerin. Lê belê eger bi israr hewl didin me tengav bikin, dorpêç bikin, em jî zanin ku çawa dikarin qadê li xwe berfireh bikin. Bivê nevê em ê vê bikin. Li şûna van nêzîkatiyên xwe divê zemînekê pêşkêş bikin ku em karibin bi rehetî tevbigerin. Ji bilî vê yekê em tiştekî din ji PDK'ê naxwazin. Eger pirsgirêkên wan ên siyasî, pirsgirêkên ku ew guncaw nabînin hebin hingî hêzên siyasî û muxatab diyar e. Di nava xwe de dikarin vê meseleyê nîqaş bikin û çareser bikin. Lê belê di mijarên leşkerî de bila hewl nedin pêşî li hevalên me bigirin. Eger bi vî rengî dewam bike wê gelê Kurd bi temamî winda bike. Bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê.

Malazgîrt bi dewamî got, "Yên ku dibêjin 'Dewleta Tirk li dijî PKK'ê şer dike, PKK tengav bûye, em çi bêjin wê tawîzê bide', xwe dixapînin, di nava şaşitiyeke mezin de ne Em zanin ku şerê Birakujiyê yê Kurdan wê çiqasî kêfa dewleta Tirk bîne û çiqasî zerarê bide gelê Kurd. Ji ber vê yekê jî em gelekî hesas nêzîk dibin. Yên ku vê yekê weke lawaziyekê dibîne şaşitiyeke gelekî mezin dike."

Amed Malazgîrt di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di pêvajoyeke gelekî hesas de ne û bang li ciwanên Kurd kir ku tevlî nava refên gerîla bibin, ji bo Kurdistaneke azad têbikoşin.