Malazgîrt: 2018 wê bibe sala serketinê ya PKK'ê

Malazgîrt: Armanca me ya sala 2018'an ew e ku dagirkeriya dewleta Tirk û dagirkeriya li hemû parçeyan têk bibin û destketiyên li her çar parçeyan biparêzin. Û azadkirina Rêber Apo û gelê Kurd e.

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt bersiv da pirsên nûçegihanê Stêrk TV Kûrtay Serhat û şerê sala 2017'an nirxand.

Malazgîrt di destpêka axaftina xwe de sala nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû malbatên şehîdan, gelên Kurdistanê û dostên Kurdan pîroz kir.

Malazgîrt diyar kir ku wan saleke dijwar li pey xwe hiştin û got, "2017 bû saleke ku bi şer bihurî. Ev şerê dijwar li Bakurê Kurdistanê û hemû parçeyên din ên Kurdistanê qewimî. Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker armancek danîbû ber xwe. Bi gotina, 'Em ê PKK'ê bi qedînin', 'Em ê nehêlin ku çalakiyan li dar bixin', 'Lidarxistina çalakiyan li aliyekî, em ê bikin ku kes nikaribe navê PKK'ê hilîne', xwe amade kiribûn û li gorî vê yekê ketin nava liv û tevgerê. Di çarçoveya plansaziya xwe de wê bi ser herêmê, bi taybetî bi ser civakê ve biçûna. Îradeya civakê bişikanda. Piştre jî ciwan bê tesîr bikira. Yên ku karîbûn pê wê bigirta û bixista zindanê, ku jê bihata wê komkujî li hinekan bikira. Piştî ku bi vê yekê îradeya ciavkê û ciwanan şikandin wê bi hêza xwe ya teknîkê di asta herî bilind de êrîşî gerîla bikira. Ev plana xwe gav bi gav xistin meriyetê. Bi taybetî zexteke giran li saziyên qanûnî yên Kurdistaniyan kirin. Êrîşî siyasetmedaran kirin."

Malazgîrt bi bîr xist ku ji hin aliyan ve derdor tirsandin û êrîşî nirxên manewî yên Kurdistaniyan kirin û wiha dewam kir: "Êrîşî cenazeyên gerîla kirin. Êrîşî şehîdgehan kirin. Nerazîbûna civakê jî hesibandin û li gorî vê rojevek afirandin. Êrîşên hewayî kirin û operasyon pêk anîn. Tevî vê yekê jî dijmin nekarî pêşî li çalakiyên gerîla bigire. Gerîla li Serhedê, Botanê, Dersimê û Amedê, li Derya Reş û metropolan çalakiyên bi bandor kirin. Hin çalakiyên bi bandor di çapemeniyê de jî hatin weşandin. Hinek ji wan jî me weşand. Tevî ku dijmin nexwest ev çalakî bibin rojev jî, nekarî çalakiyan binixumînin. Bi vî rengî planên wan bê encam man."

SALA 2017'AN ME ÎRADEYA DEWLETA TIRK ŞIKAND

Malazgîrt bi bîr xist ku armanca dewleta Tirk ew bû ku sala 2017'an pêşî li çalakiyên gerîla bigire û tasfiye bike û got, "Pêşîgirtina li çalakiyên gerîla û tasfiyekirin li aliyekî, çalakiyên gerîla ji salên bihurî bêhtir hatin kirin. Şer giran bû. Dijmin di nava salê de ragihand ku wê gerîla biqedîne. Ev plana wan neçû serî. Me hê bi xurtî sal qedand. Me bi çalakiyên xwe yên bi bandor gotinên wan pûç kir. Her roj bi sedan hevalan çalakî li dar xistin û timî di nava tevgerê de bûn.

Yanî armanca dewleta Tirk a têkbirina me, tinekirina me pûç bû. Weke gerîla me sala 2017'an îradeya dewleta Tirk şikand. Rastî ev e. Ev yek jî bi pratîkê li pêş çavan e. Leşkerên dewleta Tirk salên 1990'î hinekî bi rûmet bûn, li hin cihan sîng bi sîng li dijî me şer dikirin. Lê bi taybetî di nava 2 salên dawî de nikarin bi me re şer bikin, bi me re şer nakin. Her tim dixwazin bi teknîkê tiştekî bikin. Dixwazin vê yekê jî weke serketinekê nîşan bidin."

DIXWAZIN AXA BAŞÛR DAGIR BIKIN'

Fermandar Amed Malazgîrt bal kişand ser hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dike û got, "Dewleta Tirk ji hin valahiyan sûd wergirt. Bi taybetî valahiya li Başûr û Iraqê weke firsendekê dixwaze bi kar bîne. tevî vê yekê dixwaze li hin cihên stratejîk ên Başûr bi cih bibe. Girê Sîro yê li Xakurkê yanî Geliyê Reş gelekî dûrî sînor e, lê dewleta Tirk niha hatiye ev cih dagir kiriye. Wekî din li xeta Barzan, Çiyayê Botî ti eleqeya xwe bi Bakur re nîne. Axa Başûr e, lê hatine li wir bi cih bûne. Bi heman rengî li aliyê Çelê herêma Xeregolê axa Bakur nîne, ew jî axa Başûr e. Bêguman vê yekê di çarçoveya planekê de dikin. Dixwazin gav bi gav axa Başûr dagir bikin.

Plansaziya wan ji bo demeke dirêj e, hesabên demkin nîne. Ji xwe li hin bajarên Başûr baregehên wan hebûn. Lê li çiyê û qadên bejahî tine bûn. Niha li qada bejahî jî bi cih bûne. Li gorî texmîna me, di mehên biharê de eger valahiyê bibînin wê hewl bidin hin cihên din jî bigirin. Di vir de armanca esasî, bicihbûna li axa Başûr e. Xuya ye eger şer bi vî rengî dijwar bidome, şer çawa li Bakur giran diqewime, wê bi biharê re li Başûr jî gelekî giran be. Dewleta Tirk dixwaze şerê li dijî PKK'ê ne li Bakur, lê li Başûr bidomîne. Armanc ev e. Em nizanin bê hikumeta Başûr û hikumeta Iraqê vê rastiyê bibînin, yan jî rast şîrove bikin ya na. Hikumeta AKP'ê di çarçoveya vê planê de dixebite."

Malazgîrt destnîşan kir ku tenê gerîla li dijî vê dagirkeriyê têdikoşe û got, "Bi dîtina me, eger dewleta Tirk di vê polîtîkaya xwe de israr bike, wê li ser sînor gelek kuştiyan bide. Yanî li ser sînor leşker hene, lê nikarin bi bandor bin. Di rewşeke welê de ne ku nikarin xwe biparêzin. Her roj balafirên bê mirov neçar dimînin ku bên wan biparêzin. Ya jî bi balafirên şer parastina wan dikin. Bi rêya van derfetan dikarin li vir bimînin. Bêguman hevalên me car carna çalakiyên bi bandor dikin. Bi dîtina me, wê nikaribin demeke dirêj li vir bimînin. Ji xwe dema ku hevalan li hin cihan li wan dan, dest ji wir berdan û çûn."

Malazgîrt da xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze sala 2018'an şer bi giranî li ser axa Başûrê Kurdistanê bimeşîne û işaret bi amadekariyên di vî warî de kir.

Amed Malazgîrt got, "Bêguman nîqaşên me jî li ser vê mijarê hene, em jî dişopînin. Ji bo têkbirina dagirkerya li Başûrê Kurdistanê em jî di nava xwe de nîqaşan dikin. Amadekariyên me jî hene."

BÎLANÇOYÊN KU JI ALIYÊ HIKUMETA AKP'Ê VE TÊN WEŞANDIN, NE RAST IN

Di dewama axaftina xwe de fermandar Amed Malazgîrt bal kişand ser şerê taybet ê hikumeta AKP'ê û got, "Hikumeta AKP'ê heftane û mehane bîlançoyan diweşîne. Dema ku mrov bîlançoyên wan ên 2 salên dawî weşandine bînin cem hev û hesab bikin, wê were dîtin ku li gorî hesabên dewleta Tirk zêdeyî 50 hezar şehîdên me çêbûne. Eger ewqas şehîdên me hebûya diviyabû em niha 'tine' bibûna. Eger em hîn hene, wê demê bîlançoyên ew diweşînin ne rast in. Di nava 2 salên dawî de giranî dan ser êrîşên hewayî. Sala 2017'an êrîşên hewayî zêde kirin. Lê belê her êrîşeke hewayî nayê wê wateyê ku windahiyên me çêbûne. Gelek caran êrîşên giran ên hewayî dikin, lê tiliya hevalekî me jî xwîn nabe."

Malazgîrt got, "Em dixwazin gelê me bi vê zanibe; windahiyên di her nûçeyên wan de tên eşkerekirin, rast nînin. Rast naxivin. Bi zanebûn hejmareke zêde didin. Ji bo ji raya xwe ya giştî re bêjin, 'Ev hikumet serketî ye' bi vî rengî tevdigerin. Lewma hejmareke zêde diweşînin. Ne tenê di vê mijarê de, AKP di gelek mijaran vê yekê dike."

HILWEŞÎNA HIKUMETA AKP'Ê WÊ JI DESTÊ PKK Û GELÊ KURD BE

Fermandar Amed Malazgîrt destnîşan kir ku hilweşîna hikumeta AKP'ê wê ji destê PKK û gelê Kurd be û got, "Ji ber ku yên din hemû bê bandor kirin. Dengekî qels û nerazîbûneke kêm hebe jî, bê bandor kirin. Hikumeta AKP'ê vê yekê bi xurtî dike. Bala xwe bidinê, bi xurtî êrîşî PKK û Kurdan dike. Ji ber ku di wir de xeteriyê dibîne. AKP wê bi destê Kurdan biqede. Rastî ev e."

2018 WÊ BIBE SALA SERKETINÊ YA PKK'Ê

Malazgîrt di dawiya axaftina xwe de işaret bi armanca xwe ya sala 2018'an kir û got, "Armanca me têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk û dagirkeriya li hemû parçeyên din e. parastina hemû destketiyên li çar parçeyan e. Û azadkirina Rêber Apo û gelê Kurd e. Eger serketinek hebe ku divê bê bidestxistin, wê gelê Kurd teqez bi dest bixe. Em pê piştrast in ku ciwanên Kurd jî wê li dijî dagirkeriya li hemû parçeyan tevlî nava refên gerîla bibin û li dijî dagirkeriya li Kurdistanê têbikoşin. Êrîş çiqasî tên kirin bila bên kirin, em zanin ku ciwanên Kurd bi rûmet in. Wê bê tirs li dijî van êrîşan bi me re têbikoşin û tevlî nava refên me bibin. Em ê bi vî rengî dagirkeriyê têk bibin. 2018 wê bibe sala serketinê ya PKK'ê. Kurd wê bi ser bikevin."