Berdevkê Însiyatîfa Çapemeniya Azad Hakki Boltan, li ber qedexeya nûçeya 'lezgîn' a ji aliyê RTUK'ê ve hat qedexekirin rabû û got, "Feraseteke çapemeniyê, ya ku newêre ji nava bend û sînorên dewletê derkeve, felaket e."
MELEK YUKSEL / OMER ÎKE
AMED / ANF
çarşem, 8 reşemiyê 2017, 07:10
Rêveberiya Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) û rêveberên qenalên televîzyonê, roja 1'ê Sibatê li hev rûniştin û di vê civînê de li ser qedexeyên weşanê yên ku di 'rewşên awarte' de divê bicih werin anîn, agahî hat dayîn. Li gorî vê yekê, têkildarî 'êrîş, teqîn û çalakiyên' rû bidin, tenê rayedarên fermî dikarin daxuyaniyê bidin û qenalên televîzyonê jî wê li ser van bûyeran nema karibin 'nûçeya lezgîn' an jî jêrnivîsên 'nûçeya lezgîn' biweşînin.
Berdevkê Însiyatîfa Çapemeniya Azad Hakki Boltan li ber vê qedexeya RTUK'ê rabû û anî ziman, di vê civîna veşartî de ku di navbera RTUK'ê û rêveberên 13 qenalên televîzyonê yên nêzî hikûmetê hate lidarxistin, talana nûçeyan hatiye kirin. Boltan got, "Êdî di çêkirina her nûçeyê yan jî ragihandina her agahiyê de, wê sansur û zexta desthilatdariyê ji her alî ve bê dîtin. Lê bifikirin; weke nûçegihanekê/î, hûn ê nikaribin di televîzyon, radyo, înternet û medya civakî de li ser bûyereke ku welêt eleqedar dike, 'nûçeya lezgîn' biweşînin. Her wiha hûn ê nikaribin şîrove û nirxandinan ji derdorên pêwendîdar li ser nûçeyê bigirin. Ev yek, kuştina nûçegihaniya bê alî û desteserkirina mafê agahîgirtinê yê gel e."
'EM BER BI WELATEKÎ TARÎ VE DIÇIN'
Boltan da zanîn, bi qedexeya 'nûçeya lezgîn' re, di rewşên 'awarte' de wê bi zimanekî li gorî dilê hikûmetê û di çarçoveya daxuyaniyeke fermî de nûçe bê ragihandin û wiha dewam kir: "Di rewşeke bi vî rengî de hikûmet bixwaze wê di cih de were weşandin, naxwaze wê tiştek nikaribe bê weşandin. Ev rewş ne ya qebûlkirinê ye. Dema ku zextên li ser çapemeniyê zêde dibin, ev welat hê tarî dibe. Feraseteke çapemeniyê, ya ku newêre ji nava bend û sînorên dewletê derkeve, ji aliyê jiyana civakî û siyasî ve felaket e."
'JI BO MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ YÊ GELÊ ME, EM Ê LI QADAN BIN'
Hakki Boltan diyar kir, hikûmeta ku zexta li ser çapemeniyê zêde kiriye, bi vê rêyê dixwaze polîtîkayên xwe yên qirkirinê û rejîma dîkta bidomîne û got, "Armanca hikûmetê ji vê yekê, afirandina pênûsên bi xwe ve girêdayî ye. Lê belê em parçeyeke ji kevneşopiya çapemeniya azad in. Yanî em 'kedkarên çapemeniya azad' in. Em ê li ser şopa hevalên xwe bin ku di vê oxirê de hatine girtin, ya jî hatine kuştin. Em ê li ser şopa rastiya hevalên xwe bin, ku ji bo nûçe û nûçegihaniyê berdêlên gelekî mezin dan, lê serî netewandin. Ji ber vê yekê, ji bo mafê agahîgirtinê yê gelê me, em ê her tim û di nava her şert û mercî de li qadan bin."