Macron: Cîhadîst ji Dîlokê şandine Qerebaxê

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku li gorî agahiyên di destê wan de li Qerebaxa Jor cîhadîstên ji Sûriyeyê hene.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron di civîna Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê diyar kir ku dewleta Tirk komên çeteyan şandiye Azerbaycanê da ku ev çete li Qerebaxa Jor şer bikin.

Macron got ku, “Li gorî agahiyên teqez cîhadîstên Sûriyeyê ji ser Dîlokê şandina Qerebaxa Jor û ev komên cîhadîstan tevlî operasyonan dibin.”

Macron di civînê de diyar kir ku heke êrîşî welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê were kirin û li hemberî sînorên wê hurmet neyê nîşandan peywira Ewropayiyan ev e ku divê piştgiriya xwe diyar bikin.

Macron diyar kir ku ew li Behra Spî piştgiriyê didin Yewnanistan û Kibrisê.