Loqo: Dewleta Tirk têkçûna xwe ya li Kobanê qebûl nake

Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo diyar kir ku dewleta Tirk nekariye têkçûna xwe ya li Kobanê ya di sala 2014’an de qebûl bike.

Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo ji ANF'ê re axivî. Loqo diyar kir ku komplo li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê didome û got, "Vekirina qada hewayî ji balafirên şer ên Tirk re û bêdengî tê wateya erêkirina êrîşan" Loqo da zanîn ku dewleta Tirk bi zanebûn sivîlan dike hedef û komkujî pêk tîne, Loqo destnîşan kir ku ew ê li hemberî vê zîhniyeta faşîst li ber xwe bidin.

GEL XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERDIKEVE

Loqo da zanîn ku her ku êrîş zêde bûne, bi sed hezaran şêniyên herêmê xwedî li rûmet û îradeya xwe derketine. Loqo bal kişand ser vî tiştî piştî ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî gerîlayan têk çû ew li bendê bûn ku dewleta Tirk êrîşî ser Rojava biek û got “Kesên ku bi dewleta Tirk re li ser heman maseyê ne, şirîkê van êrîşan in.”

KOBANÊ HER TIM BÛ HEDEF

Loqo bi bîr xist ku dewleta Tirk di sala 2014’an de bi armanca dagirkirina Kobanê berê DAIŞ’ê  da Kobanê û hemû hêza xwe da DAÎŞ’ê û got “Dewleta Tirk têkçûna xwe ya li Kobanê qebûl nekir. Lewma Kobanê her tim bûye hedef. Gelê Kobanê ji duh ve li qadan e û ji dewleta Tirk re diyar dike ku ew ê bi ser nekeve. Jinên berxwedêr, têkoşer ên ku rûmet û vîna gelê xwe xwe diparêzin, gelê welatparêz, raya giştî ya demokratîk, ruhê şoreşgerî wê li qadan bin. Serkeftin wê ya gelê me be. Wê dewleta Tirk têk biçe.”