BI DÎMEN

Lijneya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê: Rêjeya dengdanê ji sedî 97 e

Lijneya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ku li Herêma Kurdistana Federe li 4 herêmên hilbijartinê yên hêzên ewlehiyê, Kerkuk û 7 bajarên Iraqê rêjeya dengdanê ji sedî 97 e.

Li Herêma Kurdistana Federe li 4 herêmên hilbijartinê yên hêzên ewlehiyê, Kerkuk û 7 bajarên Iraqê dengdayîna taybet îro serê sibê di saet 7:00’an de dest pê kir û di saet 18:00’an de bi dawî bû.

Lijneya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê der barê rêjeya tevlîbûna dengdana taybet ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de daxuyanî da û got:

“Rêjeya giştî ya dengdana taybet: %97 e.

Hejmara dengderên taybet: 208 hezar û 521

Hejmara çavdêrên dengdanê: 1926

Hejmara dengderên jin: 3 hezar û 784

Hejmara dengderên mêr: 203 hezar û 773”