Balafirên şer ên Tirk bombe li Xakurkê û Zê barandin

HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 21'ê Sibatê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine û ragihand, hêzên wan ji bomberdûmanê zerar nedîtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "21'ê Sibatê saet navbera 09:30 û 10:00 balafirên şer ên artêşa TC a dagirker qadên Şikefta Birîndaran û Cîlo yê Biçûk ên li herêma Zê û geliyê Çil û Çar ê li herêma Xakurkê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Hêzên me ji ber bomberdûmanê zerar nedîtin."