BI DÎMEN

Li Zapê leşker bû, li Ertûşê gerîla

Şahan Gelî ku di operasyona Guneş de leşker bû, niha gerîla ye. Gelî bi gotina "Zêdeyî 300 leşker mirin. Lê belê nehat eşkerekirin. Ji xwe ne xema kesî jî bû" wan rojan bibîr dixîne û agahiyên balkêş dide.

Hêzên dewleta Tirk, di Sibata sala 2008'an de bi navê 'Operasyona Guneşê' dest bi êrîşa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribûn. Vê êrîşê 8 rojan dewam kir, di encamê de bi sedan leşkerên Tirk hatibûn kuştin û operasyon bi têkçûnê qediya bû. Piraniya leşkerên tevlî operasyonê bûn, nekarî vegerin. Yên vegeriyan jî, pirsgirêkên giran ên tenduristiyê li wan der bûn. Psîkolojiya wan xera bû. Şahan Gelî jî yek ji leşkerên di vê operasyonê de amade bû. Piştî wextekê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî 8 salan, li heman cihî, di operasyona Ertûşê de weke gerîlayekî şer dike.

Şahan Gelî da xuyakirin, ku di navbera salên 2007-2008'an de ew çûye leşkeriya neçarî û piştî acemîtiya li Yenî Foça ya Îzmîrê, hostatiya xwe li Çelê ya Colemêrgê kiriye û tevlî operasyona Zapê bûye. Gelî ev operasyon û rastiya bi çavên xwe dît ji ANF'ê re vegot.

Em guh bidin çîroka Şahan Gelî:

'ME NIZANÎBÛN KU EM Ê DERKEVIN OPERASYONÊ'

"Piştî ku em hatin Çelê, li derve em di nava berfê de dihatin hiştin. Ji me re digotin, ev yek ji bo perwerdeyê ye. Di Sibata 2008'an de em ji tabûrê anîn alayê. Li wê derê bi helîkopteran em birin qadên gerîla. Haya me jê tinebû, ku çi diqewime. Li cihê em çûnê gelek berf hebû û em li nava wê berfê danîn. Me nizanîbûn em ê derkevin operasyonê. Ji me re gotin, 'Ev operasyonek e' û em li wir hiştin û çûn. Em di nava şerekî rastî de bûn.

'EM ÇAWA DIKARIN JI VIR RIZGAR BIBIN'

Ji her derê dengê bombeyan dihat. Me nizanîbûn em ê çi bikin. Em tenê li rê û rêbaza rizgariya ji vê derê difikirîn. Di nava wê demê de acizî, nexweşî û nîqaş derket di nava leşkeran de. Sixêf ji hev re dikirin. Rêya derketina ji wê derê sebir û bêdengî bû. Ji xwe leşkeriya Tirk bi vî rengî ye. Tu yê li ber kesî ranebe, tu yê bi ya wan bike ku karibe vegere. Koma me jî li hemberî gerîla şer nedikir, em di nava koma parastinê de bûn. Şerê me yê yekane li dijî berfê bû. Di nava berfeke ewqas zêde de, belasebep em ji bo jiyanê têdikoşiyan.

Em 8 rojan li wir man. Timî şer hebû. Ji ber berfê leşker nikaribûn bi pêş ve biçin. Yên hinekî diçûn jî, piştre vedigeriyan. Me bi dûrbînê lê temaşe dikir û me ev didît. Axaftinên bi rêya cîhazê dihatin kirin jî ev yek nîşan dida. Şikestinên mezin rû dabûn. Nikarîbûn li dijî gerîla şer bikin. Armanc; bidestxistina biryargehê bû. Li wê derê gelek leşker mirin. Gelek ji wan nehatin eşkerekirin, mirina wan hat veşartin. Di roja 8. de fermana vekişînê hat dayîn.

'LI PÊŞ ÇAVÊN ME HELÎKOPTER KET'

Me xwe ji girê lê bûn, vekişand. Di wê demê de helîkoptereke kobra derbas bû. Li pêş çavên me, li ser girê em lê bûn, derb li helîkopterê ket û helîkopter ket xwarê. Berêvarê bû. Roket ji cihekî bi 100 metreyan dûrî çepera me hat avêtin. Piştî ku helîkopter ket, em hemû ketin nava panîkê. Tirs û xof ket dilê me. Me dixwest demek ji ya din zûtir ji wir biçin. Em nikarîbûn vegerin. Ferman hatibû dayîn. Psîkolojiyeke gelekî nebaş bû. Di wê kêliyê de dema te çek li yekî bikişanda, nedigot, 'tu çi dike?'. Yanî ji bo ew kêlî biqede, mirin jî êdî hatibû qebûlkirin.

'BI TIR'AN CENAZE RAKIRIN'

Zêdeyî 300 leşker mirin. Lê belê ev nayê zanîn, ji ber ku mirina wan hatin veşartin. Ji xwe ne xema kesî bû. Weke operasyoneke gelekî serketî dihat binavkirin. Hevalekî min hebû, di tûgayê de. Digot, her roj bi TIR'ê cenaze radikirin Wanê. Di her TIR'ê de 40 kes hebûn. Ev jî dibû 350 kes. Mirina van hemûyan hat veşartin, nehat eşkerekirin.

'EM VEŞARTIN'

Dema ku em vegeriyan, merasîma pêşwazîkirinê hat lidarxistin. Em ji Tabûra Işikla diçûn Tabûra Komando ya Çelê. Qenalên televîzyonê weşanên zindî dikirin û em vedişardin. Ji bo ku cudahiya navbera hejmara leşkerên çûn operasyonê û yên vegeriyan neyê dîtin, em bi dizî tevdigeriyan. Ji xwe em reş bûbûn, lingên me pûç bûbûn, nikarîbûn bimeşiyan. Ji xwe me şer jî nekir, me fîşekek jî neteqand. Di merasîmê de axaftinek kirin, gelekî bi zora min çûbû. Tevî ewqas leşkerên mirin, yê daxivî mîna ku serketin bi dest xistiye, daxivî. Dema mirov li dîmenê di çapemeniyê de hatin weşandin temaşe dikir, her kes kêfxweş bû. Ev 'serketinek' bû. Lê belê kesî bi psîkolojiya leşkeran nedizanî.

'BÛYERÊN MIN DÎT BI ZORA MIN ÇÛ Û EZ ÊDÎ LI NAVA REFÊN GERÎLA ME'

Piştî operasyonê, gelek leşkeran hişê xwe winda kirin, seqet man û nexweşiyên giran li wan der bûn. Gelekî bi zora mirovan diçû, ku di nava berfa 2 meteyan de şerekî belasebep bimeşîne. Ez ji bo çi çûm wê derê? Ji bo çi ez birin wê derê? Weke Kurdekî çi karê min li wir hebû? Vê psîkolojiyê bandoreke mezin li min kir. Piştî leşkeriyê jî van nakokiyan dewam kir. Min leşkerî kir, lê bi zorê kir. Ez neçar hiştin ku li dijî gelê xwe şer bikim. Min nekarî vê qebûl bikim. Û biryar da ji bo gelê xwe şer bikim. Piştî çend hewldanan, di sala 2014'an de min êdî xwe gihand nava refên gerîla."

PIŞTÎ 8 SALAN DÎSA LI ZAPÊ, LI ERTÛŞÊ

Şahan Gelî ku êdî li çiyayên Kurdistanê gerîla ye, di sala 2008'an de bêyî daxwaza xwe hat Zapê. Lê niha weke gerîlayekî, ji ber ku li Zapê ye gelekî kêfxweş e. Gerîla Şahan qada hatina xwe ya eyaleta Zapê ya sala 2016'an û tevlîbûna li nava şerê Ertûşê kir:

"Di sala 2016'an de dema operasyona Ertûşê dest pê kir, min pêşniyar ji hevalan re kir ku tevlî şerê Ertûşê bibim. Dijmin êrîşî herêmên me dikir. Pêşniyara min hat qebûlkirin û ez jî çûm Ertûşê.

Di dema operasyonê de ez timî li vê difikirîm: Di sala 2008'an de ez li vir leşker bûm. Di sala 2016'an de dîsa li vir im û niha gerîla me. Dema leşker bûm gelekî ditirsiyam. Min dixwest leşkerî demek ji ya din zûtir biqede û vegerim mala xwe. Lê di nava gerîla de tirs û fikareke min a bi vî rengî nîne. Armanceke mirovan heye ku mirov jê bawer dike û tirs ji dilê mirovan derdikeve. Ev yek ji bo min hestên herî bedew in. Min di dema xwe de hin kêmasî kir, lê niha wan kêmasiyan telafî dikim. Min berxwedan û serketina gerîla dît. Di heman demê de kesayetiya tirsonek a leşkeran jî dît. Dîtina vê yekê, jiyan û dîtina hevrêtiya gerîla hêz û moralek mezin dide mirovan. Li Ertûşê têkiliyên hevrêtiyê gelekî xurt û li pêş bûn. Gelekî hêz dida min. Pirsgirêka me ya erzaq û avê hebû. Ji bo tu pariyek nan, hinek av bigihîne hevalên xwe yên li çeperên pêş, çi ji destê te tê tu dike. Me di nava van şert û mercên zehmet de şer dikir.

'ÊDÎ HÊZ Û VÎNA ME HENE'

Di navbera salên 2008-2016'an de bêguman cudahiyên gelekî mezin hene. Di sala 2008'an de me nizanîbû çi diqewime, em gelekî bê bawer û bê îrade bûn. Lê niha ez bi daxwaza xwe li vir im. Bi saya tevgera azadiyê hêz û îradeya me ya şerkirin û parastina xwe heye. Ez dizanim ku divê çi bikim û bi biryar im. Leşkerî ne tiştekî bi vî rengî ye. Bi zorê tê kirin û mirov neçar in bi fermanan bimeşin.

Hevalên li Ertûşê bi çîroka min dizanîbûn. Henek dikirin û digotin, 'leşker ditirsin?' Min jî ji wan re digot, 'Dema ez leşker bûm, ez gelekî ditirsiyam'. Me bi hev re henek dikir û digot, 'niha leşkerên li vir jî gelekî ditirsin'.

'ŞEHADET HÊRSA MIN ZÊDETIR DIKE'

Em îro di salvegra 9. a operasyona Zapê de ne. Di her meha Sibatê de li vê rewşê difikirim. Li hevrêyên xwe yên gerîla yên di wê demê de şehîd bûn, difikirim. Hewldana naskirina wan, dilsoziya bi bîranînên wan re, hêrsa min a li dijî 2008'an zêdetir dike. Ew yek ji armancên min ên mezin e, ji bo tola gelê xwe hilînim.

Herî dawî; leşkeriya bi zorê parçeyek ji polîtîkaya qirêj a li ser gelê me tê meşandin e. Divê ti kes nebe şirîkê vê polîtîkayê."