Li Zapê 2 sivîl hatin qetilkirin
Dewleta Tirk li Zapê 2 ciwanên sivîl qetil kir.
Dewleta Tirk li Zapê 2 ciwanên sivîl qetil kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, dema ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Dêralok û derdora wê bombebaran kirî û 4 gundî qetil kirî, heman rojê li ciwanên navborî jî daye.
Dema ciwanên ji gundê Ekûtê tevgera balafiran dibihîzin, dikevin şikeftekê. Lê belê balafirên artêşa Tirk li wan dide û her du ciwan tên qetilkirin.
Li aliyê din gundiyên Dêralokê ji bo her du gundiyên di êrîşa balafirên dewleta Tirk a duh de seferber bûne ji bo agahiyekê ji wan bigirin. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku ji ber êrîşa zêde ya dewleta Tirk a dagirker dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.