Li Zap, Avaşîn û Metînayê çalakî: 4 dagirker hatine cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 4 leşkerên dagirker ên dewleta Tirk hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. PDK jî ji bo dewleta Tirk a dagirker rê û çeperan çêdike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker a bi bombe û çekên kîmyewî, ku li qada navneteweyî qedexe ne, li dijî mirovahiyê û qanûnên şer, berdewam dike. Artêşa Tirk a dagirker ku bi derfetên teknîkî yên herî pêşketî yên NATO’yê hewl dide vî şerî bidomîne, nikare ruhê fedaî ya Apoyî û berxwedana hêzên me bişkîne, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi tundî zêdetir bi kar tîne.Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tevî van hemû êrîşan jî bi pratîkkirina gerîlatiya modernîteya demokratîk, bi hêza lêxistin û ruhê êrîşê derbên giran li artêşa Tirk dixin.

Di encama çalakiyên hêzên me de; 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek bi giranî birîndar bû. Di heman demê de derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê; 19 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 7 caran bi balafirên şer, 36 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û êrîşan ev agahî parve kir:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

Di 29’ê Îlonê saetên sibehê de, dagirkerên ku xwestin bikevin çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemço, bi taktîkeke sabotajê hatin derbkirin.

Di 29’ê Îlonê de dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a li Qada Berxwedanê ya Çemço ketibûn tevgerê, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîkên sabotajê hatin derbkirin.

30’ê Îlonê di saetên nîvro de dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê ketibûn nava tevgerê, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin kontrolkirin û bi taktîkên sabotajê hatin hedef girtin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê;

Di 29’ê Îlonê de tîmên me yên bi tevger, yekîneya dijmin a li qada Berxwedanê ya Şehîd Zêrîn a Şûkê xistibûn bin kontrola xwe û saet di 16.00’an de ji nêz ve bi çekên ferdî çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî bi giranî birîndar bû. Bi awayek hemwext tîmên me yên bi tevger, dagirkerên ku dora cihê çalakiyê bûn kirin hedef û derb kirin.Piştî derbeyên bi bandor ên hêzên me, dagirker neçar man cihên xwe berdin û birevin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Mereş de;

Helîkoptera Skorsky ya 30’ê Îlonê bi şev xwest li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dakeve, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate hedefgirtin. Piştî derbên bi bandor ên hêzên me, helîkoptera Skorsky ya ku lê hate xistin, beriya ku dakeve, neçar ma ji qadê derkeve.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe, çekên kîmyewî û gaza bîberê;

Di 30’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Saca, çeperên şer ên Şehîd Agir û Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda, çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê ya Çemço, 14 caran bi bombeyên qedexe, çekên kîmyewî, gazên bîberê hatin bombekirin.

Di 30’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên tund hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 30’ê Îlonê de qada Girê Çarçel a Metîna, herêma Goşînê ya Xakurkê û Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Hawar û Çemço 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 30’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Saca, Şikefta Birîndara, Karker, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 36 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.

Di 30’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Çemço bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di 30’ê Îlonê de li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê balafirên bê mirov geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker bi kepçeyan hewl da çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

ÊRÎŞÊN ÎRANÊ

Di 30’ê Îlonê de qadên Girê Berbizinê û Goşînê yên Xakurkê ji aliyê hêzên Îranê bi obus û hawanan hate bombekirin.

PDK JI BO DEWLETA TIRK RÊ Û ÇEPERAN ÇÊDIKE

Li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya girêdayî Metînayê hêzên PDK’ê ji bo dewleta Tirk rê û çeperan çêdike. Piştî 30’ê Îlonê hêzên PDK’ê ji bo artêşa Tirk baregehan çêdike.”