Li Zanîngeha Silêmaniyeyê pirtûka Sakîne Cansiz hate belavkirin
Jin ên ciwan ên li Zanîngeha Silêmaniyê, ji bo bîranîna Sakîne Cansiz pirtûka li ser jiyan û têkoşîna wê belav kirin.
Jin ên ciwan ên li Zanîngeha Silêmaniyê, ji bo bîranîna Sakîne Cansiz pirtûka li ser jiyan û têkoşîna wê belav kirin.
Komek ji xwendekarên jin ên li Zanîngeha Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê, ji ber salvegera komkujiya Parîsê li hev kom bûn û her sê jin ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.
Jin ên ciwan dezgehek li hewşa zanîngehê danîn û pirtûka "Jiyana min timî têkoşîn bû" ya Sakîne Cansiz li xwendekaran belav kirin.
Xwendekarên zanîngehê jî eleqeyeke mezin nîşanî pirtûka Sakîne Cansiz dan.