Li Xurmatûyê şer qewimî

Li herêma navbera bajarokê Zinane û Xurmatûyê di navbera hêzên Heşdî Şabî û şervanên xwebexş de bi çekên giran şer qewimî.

Li gorî nûçeya RojNewsê, li herêma navbera bajarokê Zinane yê Germiyanê û navçeya Xurmatû ya ser bi wîlayeta Selaheddînê, di navbera hêzên Heşdî Başî û şervanên xwebexş de bi çekên giran şer derket.

Tê gotin, 20 topên hawanê yên hatin avêtin li Çiyayê Hencîre û taxa Tirkmen a Xurmatûyê ketine.

Wekî din, hêzên Heşdî Şabî jî top avêtin gundên Zinane.

Ji fermandarên pêşmergeyan ên bajarokê Zinane Mihemed Çewrî got, "Hêzên Heşdî Şabî 15 topên hawanê avêtin gundên Şoraw, Tayirike û Qale. Helîkopter jî li ser herêmê digere."