Li Xurmatuyê rageşî didome

Li bajarê Kurd Xurmatiyê ku ketiye destê artêşa Iraqê û Heşdî Şebî rageşî didome.

Li Xurmatuyê ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî bi hinceta ku di nav ‘’herêma statûya wê ne zelal de ye’ û 16’ê Cotmehê bi dest xistibûn, bi hezaran Kurd koçber bûbûn, bi sedan mal û kargeh lê hatin şewitandin rageşî didome. Sedema rageşiyê ew e ku komên Tirkmen bidestxistina Xurtmatuyê ji xwe re dikin fersend û êrîşê bi ser Kurdan de dibin. Van rojên dawî li dora Xurmatuyê hin komên ku nayên zanîn bi ser kê ve ne xuya dikin.

Yek ji fermandarê Heşdî Turkmen, Reza Necar,  ku  Heşdî Tirkmen baskê Tirkmen ê di nav Heşdî Şebî de ye bi daxuyaniyekê got Heşdî Şebî û hêzên ewlehiyê li Xurmatu û derdora wê, li ser gundan û qadên çiyayî de wê operasyoneke hevpar pêk bînin.

Necar diyar kir ku li derdora Xurmatuyê komeke sinî ya bi navê Ensar es Sunne û Ahrar es Sunne hene ku 16’ê Cotmehê derketine holê û kes nizane bi ser kê ve ne û îdîa kir ku ev kom car caran êrîşê bi ser komên Tirkmen ve dibe.

Beriya bi çend rojan li navenda Xurmatuyê êrîşek çêbûbû ku di encamê de 2 kes miribûn û 15 kes birîndar bûbûn. Lê Heşdî Şebî û artêşa Iraqê piştî êrîşê, êrîş birin ser gundên Kala û Newcolanê ku yên ji Xurmatuyê derketibûn xwe li van gundan girtibûn. Gelek kesên ku li gund û nehyeyê diman neçar man ku derkevin.