Li Xurmatûyê li dijî pêşmergeyan êrîş, 2 pêşmerge birîndar bûn

Li Xurmatûyê li dijî pêşmergeyan êrîşa bombeyî pêk hat, di êrîşê de 2 pêşmerge birîndar bûn. 

Li navçeya Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê li dijî pêşmergeyan êrîşa bombeyî pêk hat, di êrîşê de 2 pêşmerge birîndar bûn. 

Li gorê agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin, li gundê Hilîyuh yê navçeya Xurmatûyê li dijî konvoya wesayîtan ya pêşmergeyan êrîşeke bombeyî pêk hat. Di teqînê de pêşmergeyên bi navê Hejar Salah û Bextiyar Ehmed birîndar bûn. 

Demek dirêj e li navçeya Xurmatû a li ser herêma Selahaddînê, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî pêşmergeyan pêk tên.