Li Xurmatûyê ji ber êrîşekê 2 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn

Li du taxên Xurmatûyê duh êvarê bi hawanan êrîş hate kirin. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Li taxên Serbazî û Hey Teyarê yên Xurmatûyê, duh êvarê bi hawanan êrîş hate kirin. Yek jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Kerkûkê.

Êrîşa li dijî taxê Serbazî û Hey Teyarê yên Xurmatûyê heta nîvê şevê dewam kir. Nehat zanîn bê êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Wekî din li Çarrêya Qadirkerem a navbera Xurmatû û Daqûqê duh bi şev komeke çekdar agir berdan gelek wesayitan. Li gorî agahiyan, wesayitek ji Bexdayê hat li Çarrêya Qadirkeremê hate sekinandin û ajokarê wê hate revandin.