Li Xurmatûyê ji ber êrîşa bi hawanan jinek birîndar bû

Li taxeke Xurmatûyê bi hawanan êrîşek hate kirin. Jinek ji ber êrîşê birîndar bû.

Êrîş danê sibehê li taxa Eskerî pêk hat. Ji ber êrîşê ku bi topên hawanê hate kirin, jinek bi giranî birîndar bû.

Berpirsyarê Rêxistina Polîsan a Xurmatûyê Hisên Elî diyar kir ku yek ji topên hawanê li malekê, yek jî li qada leşkerî ket.

Elî got, "Ji ber êrîşê jinek birîndar bû. Em nizanin bê topên hawanê ji aliyê kê ve hatine avêtin."

Balkêş e, piştî ku Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz 20'ê Tebaxê bi rengekî veşartî serdana Xurmatûyê kir, ev êrîş pêk hat. Eşkere bûbû ku ji bilî qeymeqamê nû û Eniya Tirkmen a Iraqê haya ti rayedaran ji serdana wî tine bû.

Li Xurmatûyê herî dawî 26'ê Hezîranê di dema derbasbûna konvoyeke leşkerî ya artêşa Iraqê de mayina li ser rê hatibû bicihkirin teqiya bû û leşkerek miribû, 3 jî birîndar bûbûn.