Li Xorasanê cil û bergên Kurdan ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatin qedexekirin

Li Xorasanê hêzên hikûmeta Îranê gef li çend hunermendên Kurd yên ku di çalakiyên xwe yên hunerî de cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, xwarin.

Nifûsa Kurd a Xorasanê, ku li gorî îstatîstîkên hatine weşandin li bajarên Qoçan, Farûc, Şîrvan, Bojnord û Aşxane, Dergz, Esfraien, Kalat û Çinaran ên parêzgeha Xorasana Bakur û Golestanê bi qasî 2 mîlyon kes in. Civaka Kurdên Xorasanê ji şaxê Kirmancî ne û bi zeravayê zimanê Kurdî diaxivin. Yek ji taybetmendiyên girîng ên gelê Kurd ê Xorasanê ku wê ji neteweyên din vediqetîne, cil û bergên jin û mêran e ku mixabin di encama polîtîkayên yekperestî yên hikûmeta Îranê de lewaz bûye.

Kurdên Xorasanê bi çanda xwe ya resen a Kurdî ne tenê çanda Kurdan di nav civakên din de temsîl dikin, di heman demê de bûne yek ji rengên mozaîk ên rengîn ên civaka Îranê. Lê her tim bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Îranê re rû bi rû ne.

Li gorî çavkaniyên ku ajansa me xwe gihandine, hejmarek hunermendên Kurd ên Xorasanê ku ji wan Elî Kerîmî, Mehdî Erebzade, Berat Kermî û Husên Xademî ne, ji bo parastina çanda civaka xwe ku yek ji mafên mirovan ên herî bingehîn e, dest bi xebatên çandî kirine. Di vê çarçoveyê de hunermendên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirine, li parkan û qadên vekirî yên kesk civîn lidar xistin.

Heman çavkaniyan ragihandin ku hikûmeta Îranê ya ku di siyaseta yek ziman, yek milet û yek çandê de israr dike, tehamulî vê çalakiya xwezayî-çandî nekiriye û gefa carek din çalakiyên wiha, bi taybetî bi cil û bergên Kurdî neyên dubarekirin xwarin.