Li Xîzanê qedexeya derketin derve hat ragihandin
Li navçeya Xîzan a Bedlîsê bi hinceta operasyona leşkerî li gorî saeta herêmî saet 21:00’an ve qedexeya derketin derve hate ragihandin.
Li navçeya Xîzan a Bedlîsê bi hinceta operasyona leşkerî li gorî saeta herêmî saet 21:00’an ve qedexeya derketin derve hate ragihandin.
Li hin gund û mezrayên navçeya Xîzan a Bedlîsê bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketin derve hate ragihandin. Di daxuyaniya Walîtiya Tirk a Bedlîsê de hat diyarkirin ku îro ji saet 21:00’an ve li hin gund û mezrayên navçeya Xîzanê qedexeya derketin derve hatiye ragihandin.
Herêmên qedexekirî wiha ne:
Gund û mezrayên Harat, Akuk, Goxan, Tanîlan, Xalepûr, Kekolan, Sorik, Pirtavan, Kûran û Urix.