Bûyerên ku îro li xeta Çelê qewimîne

Li hemberî operasyona artêşa Tirk a ku dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, çalakiyên gerîllayan didome. Hat hînbûn ku ji ber çalakiyên gerîllayên derûniya leşkeran xerab bûye.

Li hemberî artêşa Tirk a ku dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike çalakiyên gerîllayên HPG û YJA-Starê didomin.

Gerîllayan di saet 18.47’an de çalakiya bi mayîn li dar xistin. Di çalakiyê de du leşker hatin kuştin.

Di saet 18.17’an de jî li heman herêmê li hemberî leşkerên ku dixwestin kozikan çêbikin, çalakiya bi mayîn hate lidarxistin. Li herêmê şer didome.

Piştî nîvro jî li hemberî leşkerên ku dixwestin bi detektorê li mayînan bigerin, çalakiyek hat lidarxistin. Du leşkerên ku li mayînan digeriyan û dihatin alîkariyê hatin kuştin. Leşkerekî din jî dema dixwest ji wir bireve, bi teqandina mayînê ya ji aliyê gerîllayan ve ev leşker jî birîndar bû.

Nîvro jî gerîllayan li hemberî leşkerên ku dixwestin kozikan çêbikin, çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de jî leşkerek hate kuştin.

Gerîllayên HPG’ê li hemberî leşkerên dagirker du çalakiyên sûîkastê li dar xistin. Di vê çalakiyê de du leşker hatin kuştin.

Li hemberî çalakiyên gerîllayan derûniya leşkerên dagirker xerab bû. Hat hînbûn ku leşker naxwazin li helîkopteran siwar bibin.

Di heman demê de hat hînbûn ku artêşa tirk bi helîkopterên Skorsky û Kobrayê mirî û birîndarên xwe radike û li herêmê şer didome.