Li Xerzanê cerdevan darên berûyan dibirin
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê li herêma ku Goristana Xerzanê lê heye, li Bedlîsê cerdevan darên berûyan dibirin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê li herêma ku Goristana Xerzanê lê heye, li Bedlîsê cerdevan darên berûyan dibirin.
Hate diyarkirin li taxa li Oleka Jor li qada ku Goristana Xerzanê 19'ê Kanûna 2017'an hatî hilweşandin cerdevan darên berûyan dibirin.
Diyar bû ku cerdevan darên berûyan ên ku birîn bi qemyonan birin devereke dî.
Gundiyên ku cerdevan nahêlin ew biçin herêmê diyar kirin ku ev 4 meh in dar têne birîn.