Li Xerpêtê li 4 navçeyan ‘herêmên ewlehiya taybet’ hate îlankirin

Li 15 herêmên cuda yên 4 navçeyên Xerpêtê ‘herêmên ewlehiya taybet’ hate îlankirin.

Li Xerpêtê di çarçoveya operasyona artêşa Tirk de, wealitiyê 15 herêmên dikevin nav sînorên navçeya Xulman, Miyaran,Palo û Depê de 15 rojan weke ‘herêmên ewlehiya taybet’ îlan kir.

Navên cihên ku weke ‘herêmên ewlehiya taybet’ hatine îlankirin wiha ne; Gortîl a navçeya Xuluman, herêma zozanan a Herbîte, herêma 1, 2 Gorese ya navçeya Miyaran, Gazdagı ya navçeya Dep, xeta Çiayyên Karboga, Zozanên Dîletaşi, rojavayê Akpinar, Pîlavtepe, roavayê gundê Koçyîgîtler, Zozên Başak ê, rojhilatê Velîkan, herêma Çatili, Akdağ ya navçeya Palo, Haydar, Zozên Deştîbotan.”