Li Xerabê Bava û Talatê çi diqewime?

Herêma Omerya a girêdayî Nisêbînê ku yek ji keleha berxwedanê ya Nisêbînê ye ev 17 roj in ji hêla hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin, êrîş li ser têne kirin û li dijî înfaz, îşkence û hilweşînê li ber xwe dide.

Hêzên dewleta Tirk, ji bo operasyona leşkerî di 11'ê Sibatê de dor li herêma Omeryan a Nisêbînê girtin. Li herêma ku hatî dorpêçkirin êrîş herî pir li ser Xerabê Bava giran bûye. Piştî Xerabê Bava hêzên dewletê êrîş birin ser Talatê jî ku ew jî li heman herêmê ye. Di êrîşan de ku li Xerêb ev 18 roj in û li Talatê jî ev 8 roj in didome gelek kes hatin înfazkirin, mal hatin şewitandin, heywan hatin kuştin. Hêzên dewletê îşkenceyê li gundiyan dike, hê jî herêmê dorpêç dike lê gelê li herêmê dijî li dijî hêzên dewletê şayanî dîroka xwe li ber xwe dide.

KELEHA BERXWEDANÊ YA MÊRDÎNÊ

Herêma Omeryan ji 90 gundî pêk tê û yek ji wan qadan e ku Tevgera Azadiya Kurdistanê li Mêrdînê pêşî bi gel re dikeve nav têkiylê. Herêma Omeryan ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de xwedî ked û berdêlê mezin e, her wiha heman cih e ku partiyên ku ji kevneşopiya tevgera azadiya Kurd tên bi rêjeyeke bilind dengan jê distînin. Gelê welatparêz ê Omeryan salên 80’yî piştî ku tevgera Apoyî li Kurdistanê berbelav dibe her demê ji hêzên dewletê re dibe hedef, ti carî serê xwe natewîne û li dijî hêzên dewletê serfiraziya welatparêziyê ragihandiye.

HEDEFA PÊŞÎ XERABÊ BAVA YE

Pêla êrîşê ya nû ya hêzên dewleta Tirk li Mêrdînê pêşî herêma Omeryan ji xwe re kire hedef. Artêşa Tirk a ku 11’ê Sibatê herêm dorpêç kir li gundên Stilîlê, Xerabê Bava, Cinata Mezin, Hebîs û Kurikê ‘qedexeya derketina derve’ ragihand. Hêzên dewletê piştî bi rojekê, 12’ê Sibatê qedexe rakir û bi ser Xerabê Bava de bi çekên giran êrîş anî. Roja pêşî ya êrîşê hêzên dewletê hemû zilamên gund li meydana gund anîn cem hev û îşkence li wan kir, bi dehan gundî binçav kirin. Rojên din jî dewletê bi ser malan de girt, îşkence li gundiyan kir û ew binçav kirin.

TALAN KIRIN

Hêzên dewletê li Xerabê Bava kox jî şewitandin û bi dehan heywan kuştin. Hêzên dewletê ku nehiştin gundî ji malên xwe derkevin, gelek mal jî ji xwe kirin biryargeh. Her wih av û elektrîk ji ser gund birîn û nehiştin ku alîkarî bi ser wan de biçe. Piştî heftiya pêşî li gund problema zad derket û ji ber tîbûnê talokeya nexweşiyê derket. Heta niha hêzên dewletê 5 kes înfaz kirine û gelek kes jî birîndar bûne. Hin birîndar û nexweş rakirine nexweşxaneyê lê gelek nexweş û birîndar li gund in û nahêlin ku wan rakin nexweşxaneyê.

ABDÎ AYKÛT BÛ WÊNEYÊ ÎŞKENCEYA DEWLETÊ

Hêzên dewletê hewl da ku îşkence, înfaz û êrîşa li ser gundê Xeraba Bava veşêre lê piştî ku wêneyê Abdî Aykût ê 60 salî hate parvekirin îşkenceya li gund teşîr bû. Abdî Aykut bû wêneyê îşkenceya dewletê ji hêla Wezîrê Navxweyî yê Tirk ve weke ‘terorîst’ hate nîşandan. Abdî Aykut di roja 5’an a êrîşan de 17’ê Sibatê bû hedefa êrîşên dewletê û îşkenceyeke giran lê hate kirin, piştre dema ku li qereqolê rewşa wî giran dibe wî radikin nexweşxaneyê.Piştî ku Wezîrê Karê Navxweyî ew hedef nîşan da, duh ji nexweşxanê rakirin û dîsa birin qereqolê. Talokeya jiyanê ya Aykût didome.

ÊN KU HATIN BINÇAVKIRIN BEHSA ÎŞKENCÊ KIRIN

Li gorî hijmarên fermî 33 kesên ku li Xerêb hatin binçavkirin 29’ê wan serbest hatin berdan. Gundiyên bi navê Vasfî Dogan, Ismaîl Ay û Mecît Bal jî hatin girtin. Gundiyên ku hatin binçavkirin û piştre serbest hatin berdan îşkenceya dewletê bi gotinên xwe ispat kirin. Gundiyan diyar kirin ku îşkenceya giran li wan hatiye kirin, bi rojan di şaneyên cemidî ew ew avêtine ser hev.

ÊRÎŞA BI SER TALATÊ DE

Roja 10’an a êrîşa bi ser Xerêb de, 21’ê Sibatê dewletê êrîşe bire ser Talatê. Talatê 7 kîlometre dûrî Xerêb e, 21’ê Sibatê dewletê bi tang û topan êrîş bire ser gund. Dewletê mekîneyên kar bir gund û gelek xanî kavil kirin. Her wiha elektrîk û av li ser gundiyan birî, gelek kes binçavkirin, ji Mahmût Uzun û Abdurrahman Ulker ti agahî nayê wergirtin. Hate gotin gundiyên ku malên wan xira kirine ev e; Abdurrahman Akbaş, Adîl Akbaş, Osman Akbaş û Mehmet Acar.

LI XERABÊ BAVA PAQIJÎ

Karkarekî paqijiyê diya kir ku dewletê 23’yê Sibatê bi kepçe û mekîneyên kar û karkarên paqijiyê hewl dide ku şopên hovîtiya li gund paqij bike. Kelaşê heywanan têne rakirin û cihên ku hatine kavilkirin kamûfle dikin. Tê gotin nivîsên zayendîparêz, nîjatperest û faşîst ku li gelek deverên Kurdistanê hatibûne nivîsîn li gund jî hatine nivîsîn û niha bi karkarên paqijiyê wan nivîsîna jêdibin.

ŞANDE TÊNE ASTENGKIRIN

Piştî êrîşa bi ser Xerêb û Talatê de HDP, DBP’ê bi şandeyan çalakiya bênavber da destpêkirin. Şandeya HDP, DBP’ê dixwaze xwe bigihîne gund lê li Hatxê hatine rawestandin. Biryardariya çalakvanan didome û hê li cihê xwe ne. Gelek saziyên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û derdorên aştîxwaz destekê didine şandeyê.

HEDEFA DAWÎ GUNDÊ QURDÎSÊ

Dewletê piştî Xerêb û Talatê berê xwe da Qurdîse jî. 27’ê Sibatê dewletê gundê Qurdîsê dorpêç kir û tê payin ku êrîşê bibe ser. Li gund qedexeya derketina derve berdewam dike û destûr nayê dayin kes têkeve gund.

ÊRÎŞ BERFIREH DIBIN

Êrîşên ku 11’ê Sibatê bi ser herêma Omeryan de pêk hatin bû nîşaneya pêvajoyeke nû. Hêzên dewleta Tirk li herêma Omeryan her ku diçe zext û dorpêça xwe zêdetir dike û nîşan dide ku xwe ji êrîşeke berfireh re amade dike. Gundê Cibilgirav û  Qurdîsê jî hatine pêçan. Êrîşên li ser Xerêb û Talatê dom dikin, têp ayin ku êrîşa hêzên dewletê li hemû Omeryan û herêma Mêrdînê berbelav bibe.