Li Xelfetiyê çalakî: 2 leşker birîndar bûn

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi roketan çalakî li dijî qereqola jendermeyan hate kirin. Hate ragihandin ku 2 leşker birîndar bûne.

Li gorî nûçeya medya Tirk, li dijî Qereqola Jendermeyan a Goklu ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê, gerîlayên HPG'ê biroketan çalakiyek kirine. Di çalakiyê de 2 leşker birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê heta niha li ser çalakiyê daxuyanî nedaye.