Li Xelfetiyê berxwedan dewam dike: Gel li ber avahiya şaredariyê dicive

Li ber Şaredariya Xelfetiyê, li dijî darbeya qeyûm a dewleta Tirk gel berxwedana xwe dewam dike.

DARBEYA QEYÛM

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, nobeda ku li dijî desteserkirina şaredariyê destpê kir, di roja sêyemîn de ye. Girseya gel serê sibehê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bû ku hatiye dorpêçkirin. Parlamenterên DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan, Ayten Kordû, Ferît Şenyaşar, Mîthat Sancar, Omer Ocalan, Zulkuf Ûçar, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nava girseya gel de ne.

Li nobedê stranên berxwedanê û dirûşm têne gotin û astengiya ketina avahiya şaredariyê tê şermezarkirin. Jineke astengdar tevlî çalakiya li ber avahiya şaredariyê bû û got, "Em bi hevşaredarên xwe re ne."

BANG LI GEL HATE KIRIN KU LI BER AVAHIYA ŞAREDARIYÊ LI HEV KOM BIBE

Heyeta ku parlamenter jî di nav de ye, serdana dikandaran kirin û bang li gel kirin ku tevlî berxwedana li ber avahiya şaredariyê bibe.

Tê payin heyetek ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê ÎHD'ê Îbrahîm Kuçukbalaban, Hevserokê TÎP'ê Erkan Baş serdana qada berxwedanê bike.