Li Xarpêtê karê lêgerîn-rizgarkirinê bi dawî bû

Li Xarpêtê karê lêgerîn-rizgarkirinê bi dawî bû. Li gorî daneyên dewleta Tirk 41 kesî jiyana xwe ji dest dan u 1607 kes jî rakirin nexweşxaneyan.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand, karê lêgerîn-rizgarkirinê yên piştî rûdana erdheja 6.8 pileyî ya li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê dest pê kir, bi dawî bûye.

Rayedarên dewleta Tirk diyar kirin ku 41 kesî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku piştî erdhejê serî li nexweşxaneyan dan 1607 kes in, 1523 ji wan ji nexweşxaneyan derketin, dermankirina 84 kesî jî dewam dike.

HDP: ERDHEJZEDE HATIN CEZAKIRIN

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Salîm Kaplan diyar kir ku astengkirina alîkariya ji şaredariyên HDP'î hatin, cezakirina gelên Xarpêt û Meletiyê ye.

Kaplan got, "Alîkarî negihîşt gundan."

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn jî got, "Alîkarî li alîgiran hatine belavkirin. Alîkarî negihiştiye 60 gundan."