Li Xarpêtê ewlehiya girtiyan tune!

Girtiyên siyasî yên Xarpêtê hatin derbkirin. Hate hînbûn ku girtiyê siyasî xistine hucreyên yekkesî û ewlehiya wan tune.

Mahsûn Yaşasin ê ku bavê girtiyê bi navê Mesût Yaşasin e diyar kir ku kurê wî yê di Girtîgeha Nimreya 2’an a Xarpêtê de, ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin.

Bavê wî got ku “2 hefte berê li ser navê kontrolê çûne odeya girtiyê ku di hucreyê de ye û ew derb kirine.  Ji ber ku hevalan wan ev tişt qebûl nekirine, 3 kesên din jî hatine derbkirin û ji ber ku nerazîbûn nîşan dane, lêpirsîn li wan hatiye vekirin. Girtî diyar dikin ku ewlehiya canê wan tune û girtîgeh dixwaze êşkenceyê sîstematîk bike. Alavên girtiyan ên li depoyê jî bêyî wan teslîmî malbatên wan tê kirin û girtî di bin dijwariya maddî û manewî de dimînin. Girtiyan banga bihistariyê li raya giştî kirin.”