Li Xanesor alozî didome, wê daxuyanî were dayîn

Tê payin ku di saetên pêş de YBŞ têkildarî êrîşa bi ser Xanesorê de daxuyaniyekê bide.

Aloziya ku bi êrîşa çeteyên PDK’ê dest pê kiribû, didome. Çav li rê ye ku fermandariya YBŞ’ê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide. 

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê li ser êrîşa çeteyên PDK’ê ku di 2’yê Adarê de destpê kir, alozî didome.  Di pevçûnên duh serê sibehê de çeteyên PDK’ê gelek windahî dan, lewma daxwaza rawestandina şer kirin. Li ser vê yekê pevçûn rawestiyan, lê alozî hîn didome. Şevê din heta serê sibehê hêzên YBŞ’ê tedbîrên xwe zêde kirin. 

Çav li rê ye ku Fermandariya YBŞ’ê di saetên pêş de têkildarî rewşa dawî daxuyaniyekê bide raya giştî.