Li Xakurkê çeperek hate rûxandin, 2 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Xakurkê 26’ê Sibatê li dijî hêzên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çeperek hate rûxandin, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya li Xakurkê ev agahî da:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de 26’ê Sibatê saet 14:00’an li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Kevotê ya girêdayî herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de çeperên dijmin bûne hedef û bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê gundê Dayla bi ketober bi çekên giran bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de zaroka bi navê Şervan Salih ê 12 salî birîndar bûye, gelek lawirên gundan jî telef bûye. Artêşa Tirk di saetên şevê de jî bi desteka helîkopteran û bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirine. Yekîneyên çalakî kirine bi sax û silametî vegeriyane cihên xwe.”