Li Xakûrkê çavdêriyên gerîla

Li eniya Xakûrkê ji bo hemû rewşan amadekarî temam in; di çeperên gerîla de giyanê berxwedan û têkoşînê serdest e.

Piştî meşeke dirêj em li Xakûrkê ne, ku demeke dirêj e tevgera balafirên şer, balafirên cûda (Heron, Bayraktar hwd) li ser didome û di rojên dawî de dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze êrîşên dagirkeriyê b, ser de pêk bîne. Me şeva xwe bi gerîlayan re ku rê nadin hewldanên dagirkeriya Tirk re derbas kir.  Heya ku şev diqede rewş nayê guhertin.

Bi ronahiya sibê re li Xakûrkê em ji bo rojeke nû û bi tevger ji xewê şiyar dibin. Em li herêmê dibin şahîdê dengê avêtina hawan, obus û lêxistina balafirên şer û balafirên keşfê ku tevlîhev dibin û tevgereke giran li herêmê heye.

Dewleta Tirk a faşîst, di 14'ê Kanûnê de li ser xeta sînorê Şemzînan li dijî herêma Xakûrkê dest bi hewldanên dagirkeriyê kir. Em jî li herêmên Kanîreş, Geliyê Reş, Geliyê Hecî Beg, Deşta Heyatê û kendalên asê yên Evdîlkovî yên girêdayî herêma Xakûrkê ku bi piştgriya balafirên keşfê ku leşker li herêmê danîne û ji bo rewşa li herêmê û tevgera dagirkeriyê ku dayî destpêkirin hîn bibin li herêmê ne.

Li Başûrê Kurdistanê operasyona ku gundê Bermîzê, Kanîreş, Geliyê Reş û Tepê Sîro yê girêdayî bajarê Diyana ji ber çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên bi bandor heya niha hatiye şikandin. Ji bo ku em rewşa dawî hîn binin me yek ji fermandarên HPG'ê Ûlaş Dersim û şervanê HPG'Ê Şervan Mardîn re gotûbêj kir....

ERKA ME, RÛXANDINA DIJMINE

Rewşa dawî ya operasyonê ku artêşa Tirk a faşîst bi taybet  li dijî Xakûrkê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin çiye?

Fermandar Ûlaş Dersim wiha dibêje; "Hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk bê encam man. Ti encamek ji operasyona ku dane destpêkirin bi dest nexistin. Gerîlayên me li dijî artêşa Tirk a dagirker gelek çalakiyên karîger li dar xistin. Di van çalakiyan de bi dehan leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin. Tevî ku tevgera hewayî û êrîşên li herêmê zêde dibin jî heya niha ti windahiyekî gerîla nîne. Erk û berpirsyariya me ne tenê pûçkirina dijmin e, di heman demê de rûxandina dijmin e. Erka me ev  e."

KETINA XAKÛRKÊ NE WIHA HÊSANE

Piştî gotûbêja bi Ûlaş Dersim re me berê xwe da tepeyê ku gerîla lê bi cih bûyî. Piştî pêşwaziya germ, gerîlayan çay da me û moral û çoşa gerîla di asta herî jor de ye. Li gel gerîlayan ku çay hebe bê gotûbêj derbas nabe û me bi gerîlayên bi navê Serxwebûn, Bahoz û Şervan re gotûbêjeke kurt kir. Şervan bibîrxist ku berpirsên dewleta Tirk a faşîst ku îdîadikirin 'Di sala 2017'an de wê PKK'ê xilas bikin. Di demên Adar-Nîsanê de navê PKK'ê jî êdî nema dibihîsin' û bal kişand li ser berxwedana gerîla ya di nava salê de. Li ser pirsa rewşa dawî ya eniya gerîla çiye gerîla Şervan wiha bersiv dide; "Li dijî hewldanên dagirkeriyê berxwedaneke mezin hate kirin û êrîş hatin şkandin. Eger artêşa Tirk berê xwe bide Xakûrkê wê şer û berxwedaniyekî mezin were kirin. Ketina Xakûrkê ne wiha hêsan e. Em erîlayên HPG'ê em ti caran destûra vê yekê nadin."

Li çeperên gerîla li gorî hemû rewşê amadekarî temam in; heya dilopek dawî ya xwîna xwe wê şer bikin û xwedî fedekarî, bawerî, îrade, biryardarî û helwesta şoreşgeeriyê ne.