Li Wêranşarê 13 kes hatin destgîrkirin
Li Wêranşara Rihayê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî 13 kes hatin destgîrkirin.
Li Wêranşara Rihayê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî 13 kes hatin destgîrkirin.
Jendirmeyên girêdayî rejîma AKP’ê li taxên bejahiyê yên Wêranşara Rihayê girtin ser malan.
13 kes bi hinceta ku di parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî ‘propagandaya rêxistinê kirine’ hatin destgîrkirin.
Kesên hatine destgîrkirin, birin Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê.