Serdema perwerdeyê ya 2022-2023'an a li Mexmûrê destpê kir

Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) dest bi perwerdeya sala nû ya 2022-2023’ê kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi amadebûna hezaran xwendekar û mamostayan perwerdeya sala nû ya 2022-2023’yan destpê kir. Li Wargehê  5 dibistanên dayîkê û 7 dibistanên Seretayî, Navîn û Amadeyî hene.

Perwerdeya sala nû ya dibistanan bi sîrûda neteweyî destpê kir. Piştî sîrûda neteweyî di merasîma Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan de li ser girîngiya perwerdeyê, Mamoste Evdî Korkmaz axivî. Korkmaz destnîşan kir ku divê ji her demê zêdetir ew li xwedî li zimanê xwe derbikevin.

Korkmaz got: “Dijminê her tim xwestiye gelê Kurd tine bike, ji ber vê çendê em ê bi perwerdeya xwe, bi hemû ked û xebata xwe diyar bikin ku ew nikarin ne gelê Kurd tine bikin û ne jî zimanê gelê Kurd tinebikin. Ji bo ku dijminê me kêfxweş nebin em baweriya xwe winda nakin, pêwîste em ji her demekê bi hêztir bîn. Me rêberek heye ku hemû jiyana xwe fedayî gelê Kurd kiriye bi wê ve girêdayî me tevgerekî fedayî ku li tevahî Kurdistanê li hemberî dijminê hov berxwedaniyek bê hempa dikin heye. Ji bo vê jî hun xwendevan hemû xwendevanên Rêber Apo ne, Rêber Apo bi xwe jî dibêje; ‘Xwendevanên Mexmûrê xwendevanên minin’. Di vê em layîqê Rêbertiya xwe û tevgera xwe bin.”

Her wiha xwendevanên dibîstanê bi navê Zêrîn Apaydin û Qeder Apaydin ji bi vebûna dibistanê re kêfxweşiyên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ji bo ku bi zimanê dayika xwe dikarin perwerde bibînin pir kêfxweş in.