Li warê xwe li Botanê şehîd bû

Li bajarê Aydin ê Tirkiyeyê mezin bûbû, lê belê jineke Kurd bû. Bi ser zor û zehmetiyan ve diçû û çareserî diafirand. Dixwest xwe bigihîne Botanê. Xwe gihand, lê têkoşiya û şehîd bû.

Gerîlayê HPG'ê Rakîp Tatwan qala gerîlaya YJA Starê Amargî Dorşîn Xerzan kir ku 28'ê Îlona 2020'î li Gabarê şehîd bû.

Gerîla Tatwan anî ziman ku sala 2015'an li Xerzanê wê Amargî nas kir û got, "Wê demê em li Xerzanê bûn. Sala 2014'an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bûbû û sala 2015'an hatibû Xerzanê. Piştre sala 2016'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Sala 2019'an careke din vegeriya Bakurê Kurdistanê û berê xwe da qada Gabarê ku timî dixwest biçe wê derê.

ÇERXA QIRKIRINÊ NEKARÎBÛ WÊ BIHÊRE

Amargî li bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê mezin bûbû, lê belê weke ku ev heval qet ji Kurdistanê dernekîbû, ji ber ku bi her awayî jineke Kurd bû. Kurdistanî bû û ti ji taybetmendiyên çandî yên Kurdistanê ji bîr nekiribû. Di çerxa qirkirinê ya dewleta Tirk de nehatibû hêrandin. Bi kedê mezin bûbû, li malê jî ji bo piştgiriyê bide malbata xwe xebitî bû. Ji ber vê yekê taybetmendiyên wê yên kedkarî û fedakar diyar bûn.

XWE JI ZOR Û ZEHMETIYAN VENEDIGIRT

Di temenekî gelekî ciwan de tevlî bûbû, lê belê liv û tevgera wê ewqasî têgihiştî bû, fikrê wê ewqasî rast bû û bi berpirsyariyê tevdigeriya, mirov nizanîbû ku nû tevlî bûye. Kê ew didît, digot qey gerîlayeke xwedî tecrûbeyên bi salan e. Ew bi daxwaz, eşq û dilxwaziyeke mezin tevlî jiyanê dibû. Ji malbateke xizan bû. Ji ber vê yekê dema ku zext û zordarî didît xwe nedida alî, berevajî; hîn bêhtir bi ser ve diçû, ji bo çareserkirinê xwe berpirsyar didît û çareser dikir. Lewma xwedî kesayeteke têkoşer bû.

XWE TIMÎ PERWERDE DIKIR

Sekna wê ji bo me hevrêyên wê mînak bû. Her tim bi berpirsyarî tevlî nava jiyanê dibû. Her tiştên têkildarî gerîlatiyê meraq dikir û timî dipirsî. Dida dû lêgerînên xwe û di nava jiyanê de timî xwe perwerde dikir. Hevala Amargî dema li cihekî bû yekser bal dikişand, reng dida derdora xwe. Dema ku tiştek diqewimî, em timî li wê digeriyan.

DIXWEST MÎNA NAVÊ XWE BE

Ji hevalên jin, bi taybetî jî ji hevalên jin ên li Xerzanê gelekî hez dikir. Mînak, li Xerzanê hevala Dorşîn hebû, li Tatwanê di çalakiyekê de şehîd bû. Hevala Amargî navê wê li xwe kir û bû Amargî Dorşîn. Bi vî rengî xwest xwedî li bîranîna hevrêya xwe ya şehîd derkeve. Bi hevala Dorşîn re mabû, gelekî parvekirinên xwe hebû, bi hev re kar kiribûn. Ji xwe gelek taybetmendiyên wê û yên şehîd Dorşîn dişibiyan hev. Şehîd Dorşîn miroveke çalakger bû, di çalakiyan de timî li pêş bû. Hevala Amargî jî bi heman rengî bû. Carna em bi rojan dimeşiyan. Hevala Amargî tevî ku li metropolan mezin bû û nû tevlî bû, li çiyê ewqasî dûr û dirêj dimeşiya, nedisekinî û ti carî paşve gav nediavêt.

YA GIRÎNG SERKETIN E

Hevala Amargî dema ku dest bi karekî dikir, ji bo serketinê ew dikir. Mînak; me hemûyan kar dikir lê belê hevala Amargî ji bo serketinê kar dikir. Li gorî feraseta wê, ya girîng ne kirina wî karî ye, ya girîng bi serxistina wî karî ye. Dema ku ji bo kolandina çeperekê, ji bo çêkirina mangayekê diçû, yan jî plana çalakiyê dihate kirin, timî fikrê her kesî digirt û li gorî wê yekê dikir. Digot, 'Ez çawa dikarim a herî baş çêbikim'. Li cihekî hevala Amargî hebûya li wir teqez serketin hebû. Zû çareserî peyda dikir, bi rêbaza xwe afirîner bû, gelekî ji xwe bawer dikir, bi daxwaz bû, hewl dida û ji bilî serketinê rêyeke cuda qebûl nedikir.

Hevrêtiya herî bedew, sekna jina Kurd a azad nîşanî me hevalên mêr dida, hevaleke jin a mînak bû. Ji ber vê yekê em ê heta dawiyê xwedî li hevrêtî û bîranîna hevala Amargî derkevin, em ê şopdarên wê bin.

GIHÎŞT BOTANÊ, KAR KIR Û ŞEHÎD BÛ

Dema ku em li Xerzanê bûn timî qala Botanê dikir, her tim dixwest biçe wê derê û gerîlatiyê li Botanê bike. Ji ber ku ji Botanê bû, lê belê ji ber zilma dijmin neçar mabû li metropolan mezin bibe. Lewma xwe ji bo Botanê timî deyndar didît. Bi rastî jî heta dawiyê dilsoza daxwaz û armancên xwe bû. Piştî ku li herêma Gabarê karekî serketî kir di 28'ê Îlona 2020'î de şehîd bû.

Şêweyê şehadeta wê bi rastî jî bi fedakarî, fedayîtî û dilsoziya bi hevrêtiyê re bû. Li qada Dêrşew a Gabarê di 26'ê Îlonê de operasyonekê dest pê kir. Di vê operasyonê de êrişên hewayî pêk hat û hevalek birîndar bû. Hevalên din hewl dan ku hevalê birîndar ji qada operasyonê derxîne, hingî jî hevala Amargî bala dijmin gihand ser xwe ku heval bê rizgarkirin. Bi wî rengî şehîd bû. Dilsoziya wê ya bi hevrêtiyê re wê timî ji bo me bibe mînak û em ê armanc û daxwazên wê teqez pêk bînin."