Li Wanê xebatên hilbijartinê bi coş didome

HDP’ê li Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê li Payîzava, Artêmêtan, Tûşba û Îpekyoluyê domand. HDP li navçeyan bi gel re civiya û qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê kir.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê bê navber xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê didomîne.  Hevserokên HDP’ê yê Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, Endamên HDP-DBP’ê, Nûnerên KCD’ê, Aktivîstên KJA û Dayikên Aşitiyê li navçeya Payîzava, Artêmêtan, Tûşba û Îpekyoluyê bi gel re civiyan.

TÛŞBA

Rêveberiya navçeya Tûşba jî, bi beşdarbûna Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede û rêveberan serdana gundan hate kirin. Heyeta HDP’ê li gundê Xidir, Gom, Zorava û Axceylan yê navçeya Tûşbayê bi gel re civiyan. Heyeta HDPê destpêkê çûn gundê Xidir û li mala konê sersaxiyê bi gel re civiyan. Hevserokê HDP’ê Umît Dede li vir axivî û qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê kir.

Piştre heyeta HDP’ê çûn gundên Gom, Zorava û Axceylan û rastî eleqeyek mezin hatin. Di xebatên hilbijartinê de 3 bernamzetên jin beşdarî xebatan bûn û bi tilîlî û govenda gel hatin pêşwazî kirin.

ARTÊMÊTAN Û PAYÎZAVA

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, Hevseroka DBP’ê ya Wanê Ayla Tarhan û Hevşaredara Payîzava ku qeyûm hatibû tayînkirin Yildiz Çetîn, serdana bajarokê Çîçeklî ya Artêmêtan û Payîzavayê kirin. Heyeta HDP û DBP’ê belavokên têkildarî hilbijartinê û wêneyên Selahattîn Demîrtaş belav kirin.

ÎPEKYOLÛ

Rêxisitna HDP’ê ya Îpekyolûyê li Hacîbekîr, Kevelî TOKÎ buroyên hilbijartinê vekir. Bi dehan welatî beşdarî merasîma vekirinê bûn û govend hate gerandin.

Li aliyê din Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya hilbijartinê de bi jinên li Kevenlî TOKÎ dijîn hatin ba hev. Di civinê de Hevşaredara Artêmêtanê ku qeyûm li cihê wê hatibû tayînkirin Rojbîn Çetîn Sevîl bal kişand li ser îtifaqa HDP’ê ya jinan ava kiriye. Sevîl wiha got; “Di vê pêvajoyê de pêwîst e jin li ber xwe bidin. Niha tênê jin dikarin kaosa siyasî û civakî rawestînin. Em jin bi rengê xwe û bi îtifaqa xwe em ê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji vê rewşê re bibêjin raweste. Wê di wan sindoqan de îtifaqa jinan bi ser bikeve.”